Dadgehê biryara darvekirinê ji bo Ecac derxist
Îraq 12:27 PM - 2026-05-14
PUKMEDIA
Tawanbar Ecac Ehmed Herdan,
Îro li Dadgeha Resafeyê rûniştina duyem a darizandina Ecac, celadê Nuqre
Selmanê birêve çû û dadwer biryara bidarvekirinê ji bo wî derxist.
Îro pêncşem, 14/5/2026, rûniştina duyem a darizandina Ecac,
celadê Nuqre Selmanê li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê birêve çû, di encamê de
biryara bidarvekirina Ecac hat dayîn.
Ev di demekê de ye ku pêncşema borî, 7/5/2026, bi amadebûna
bi dehan şahid û kesûkarên enfalkiriyan, rûniştina yekem a darizandina (Ecac
Ehmed Herdan Tikrîtî) li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê birêve çûbû. Paşê
darizandin ji bo îro hatibû paşxistin, bi mebesta temamkirina rêkarên yasayî û
guhdarîkirina li gotinên şahidên din.
Her wiha di rûniştina yekem de, 25 gilîker û şahidan li berdem
dadwer şahidî dan û gotinên xwe li ser tawanên wî celadî tomar kirin. Piştî
guhdarîkirina gotinan, dadgehê biryara paşxistina rûniştinê da. Li gorî
agahiyan, bi giştî 221 kes ji parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Diyale û
Selahedînê wek şahid hatibûn vexwendin da ku di vê dozê de gotinên wan bên
wergirtin.
Tawanbar Ecac Ehmed Herdan, yek ji serpereştiyarên girtîgeha
Nuqre Selmanê ya li parêzgeha Semawayê ya başûrê Îraqê bû. Roja 31/7/2025
nûçeya girtina wî ji aliyê nivîsgeha Xanima Yekem a berê ya Îraqê ve hatibû
ragihandin û daxwaz ji girtiyan, kesûkarên girtiyan û windahiyan hatibû kirin
ku ji bo tomarkirina giliyan li dijî wî tawanbarî, pêwendiyê bi wan re bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

