Şêx Cefer: Derengketina pêkanîna hikûmetê di berjewendiya tu aliyekî de nîne

Kurdistan 04:25 PM - 2026-05-18
Şêx Cefer û Rêbaz Bêrkutî PUKMEDIA

Şêx Cefer û Rêbaz Bêrkutî

Îro Duşemê, Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê `Şêx Cefer Şêx Mistefa` sardana malbenda 3ê ya YNKê ya Hewlêrê kir û ji aliyê berpirsê malbendê `Rêbaz Bêrkutî` û cîgir û kadîrên malbendê ve bi germî hat pêşwazî kirin.

Di civînê de, Şêx Cefer Şêx Mistefa, spasiya berpirs û hemû kadîrên malbenda 3ê ya YNKê kir li hember pêkanîna erkên xwe û xizmetkirina çîn û pêkhateyên bajarê Hewlêrê bi bê cudahî, her weha hemû piştevaniyekî xwe ji bo pêşvebirina karûbarên wan dupat kir, piştre jî ronahî xiste ser dîrok û xebata dewlemend a tekoşîna YNKê û qonaxa niha di nava pêvajoya hikumranî û bername û karê nû ya hizba şehîdan bo xizmetkirina hemû xelkê Kurdistanê.

Di tewerekî din ya civînê de, Şêx Cefer Şêx Mistefa tekezî li giringiya yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir, bi armanca parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, her weha hêvî jî xwest bi hewl û tekoşîna hemû aliyan û yekxistina nêrînan, kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi lez were pêkanîn, jiber ku derengketina pêkanîna hikûmetê di berjewendiya tu kes û aliyekî de nîne, her weha amadebûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî bo vê mijarê wek fakterekî bihêz nîşan da.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket