Peyamên sersaxiyê ji bo koça dawî ya Mihemed Îhsan Fewzî

YNK 10:41 PM - 2026-05-23
Mihemed Îhsan Fewzî PUKMEDIA

Mihemed Îhsan Fewzî

YNK

Îşev 23/5/2026 Mihemed Îhsan Fewzî, birayê heval Dr. Ciwan Îhsan, endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê koça dawî kir, bi vê sedemê  hêjmarek peyamên xemgîniyê û sersaxiyê arasteyî Dr. Ciwan Îhsan û malbata wê hatine kirin.

Naveroka Peyaman:

Serok Bafil peyamek sersaxiyê ji bo malbata Dr. Ciwan Îhsan şand


Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, bi peyamek sersaxiyê ji bo koçadawî ya Mihemed Îhsan Fewzî, birayê endama Mekteba Siyasî ya YNKê heval Dr. Ciwan Îhsan, şand.
Naveroka Peyamê:

Hevalê me yê hêja Dr. Ciwan Îhsan, Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Bi xemgîniyek mezin me nûçeya koça dawî ya birayê we Birêz (Mihemed) bihîst.

Ji bo vê xemgîniyê em sersaxiyê ji we û malbata we ya serbilind re dixwazin û hevparê xema we ne.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê koçkirî bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Kosret Resûl Elî peyamek sersaxiyê ji bo Heval Dr. Ciwan Îhsan re şand


Kosret Resûl Elî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Mihemed Îhsan Fewzî birayê Dr. Ciwan Îhsan ji navborî û malbata wê re şand.

Naveroka Peyamê

Xwişka min a hêja Dr. Ciwan Îhsan

Ez ji ber koça dawî ya birayê we Mihemed Îhsan Fewzî pir xemgîn im. Ez xemgîniya we parve dikim. Ez sersaxiyê ji we û endamên malbata we re dixwazim. Ez hêvî dikim ku ev êşa dawî ya hemû kesî be. Bila Xwedayê mezin sebir bide her aliyekî û cihê rihmetî bihuşta perîn be.

Birayê we
Kosret Resûl Elî


Rifet Ebdullah pirsnameyek arastey Dr. Ciwan Îhsan kir


Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rifet Ebdullah ji bo koça dawî ya Mihemed Îhsan Fewzî birayê Dr. Ciwan Îhsan pirsnameyek arasteyî navborî û malbata wê kir.

Naveroka Pirsnameyê:

Heval Dr. Ciwan Îhsan, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê

Bi êş û xemgîniyek mezin min nûçeya koça dawî ya birayê we yê mezin kak (Mihemed Îhsan Fewzî) bihîst,ez hevparê  xemgîniya we me û bi rêya we jî serxweşiyê arasteyî kesûkar û dostên we dikim û hêvî xwazim hevxemiya xizman û hevalan xemgîniya we sivik bike û sebir û aramiyê bide we û cihê xwedê jê razî bihuşt be.

Rifet Ebdullah
Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Peyama Qubad Talebanî Berpirsê Mekteba Sekretariya Serok Mam Celal


Xwişka min a hêja endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xanim Ciwan Îhsan Fewzî

Bi xemgîniyek mezin me nûçeya koça dawî ya birayê birêz (Mihemed Îhsan) bihîst.!

Ji bo vê êşa we ez sersaxiyê ji we û malbata we ya serbilind re dixwazim; bi dilgermî vê xemgîniya mezin parve dikin.

Ez ji Xwedê dixwazim ku giyanê koçbuyî bo daîmî şad be û sebir û aramiya bide her kesî.

Îna Lîlah We Îna Îleyhî Racîûn

Qubad Talebanî
Berpirsê Mekteba Sekretariya Serok Mam Celal

Îmad Ehmed peyamek sersaxiyê ji bo Dr. Ciwan Îhsan şand

Îmad Ehmed ji bo koça dawî ya Mihemed Îhsan Fewzî birayê Dr. Ciwan Îhsan peyamek sersaxiyê ji Heval Dr. Ciwan Îhsan û malbata  wê re şand.

Naveroka Peyamê:

Hevala hêja: Dr. Ciwan Îhsan, Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya koça dawî ya birayê we yê birêz kak (Mihemed Îhsan) bihîst.

Ji bo ev xemgîniyamezin ez sersaxiyê ji we û malbata we uaserbilind re dixwazim û ez xemgîniya we parve dikim.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê pak yê rihmetî bi bihuşta perîn şad bibe û xwedê sebr û aramiyê bide hemû aliyekî .

Înna Lîllahî We Înna Îlayhî Rajî'ûn

Îmad Ehmed


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket