Peyama Qubad Talebanî bo 51`saliya damezirandina YNKê
Kurdistan 09:40 AM - 2026-06-01
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi boneya 51 saliya damezirandina Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: Sala 1975an piştî wê Taliya
şikestinê û tama bêhêvîtiyê ya ku bi ser Kurdistanê de girtibû, YNK çendî
pêwîst bû ji bo vegerandina moral û hêvî, û ji bo birêxistinkirina gel û
geşkirina xebata mafxwazane û rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê, niha jî piştî 51
salan, bi heman endeze Yekîtî pêwîste ji bo parastina destkeftan, çareserkirina
kêşeyan û peydakirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Naverokê peyamê:
Sala 1975an piştî wê taliya şikestinê û mijê bêhêvîtiyê yê
ku bi ser Kurdistanê de girtibû, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çendî pêwîst
bû bo vegerandina moral û hêvîyê, bo birêxistinkirina gel û geşkirina xebata
mafxwazane û rizgarîxwazan ya gelê Kurdistanê, niha jî piştî 51 salan, bi heman
pîvanê Yekîtî pêwîste bo parastina destkeftiyan, çareserkirina pirsgirêkan û peydakirina
mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Çima?
Ji ber ku YNK li Bexdayê û li ser asta navdewletî jî ew hêz
e ye ku her kes hisabê bo helwest û siyaseta wê dike. Hevpeymanên wê yên bihêz
hene û bi siyaseta jîr û aqilane di girantirîn qeyranan de û di serdemên herî
dijwar de dergehan li ber çareseriyê vedike.
Niha her kes hebûna YNK li Bexdayê wekî garantiyekê bo
parastina mafên kurdan û çareserkirina pirsgirêkên hemû Îraqê dibîne.
Bo navxweyê Kurdistanê jî aştî, azadî, demokrasî û
dadperwerî baweriyên neguhêr ên Yekîtiya Nîştimanî ne. Armanca wê di
vegerandina hevsengiya hêzê de bo çespandina demokrasî û dadperweriyê, her weha
bo baştirbûna xizmetguzarî û rewşa jiyana hevwelatiyane bêyî ku hîç herêmek bê
piştguhxistin.
Her ji ber baweriya me bi dadperwerî û baştirkirina jiyana
hevwelatiyan, siyaseta Yekîtî di vê qonaxê de giringîdan e bi geşepêdana
hevseng û geşbûna aborî ya qeza û taxan.
Wekî ku me berê soz daye û niha jî em dupat dikin, emê
xizmetkarê gelê Kurdistanê bin. Berjewendî û daxwaza çîn û tiwêjên gelê
Kurdistanê, berjewendî, daxwaz û helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.
Di 51`saliya damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
de, em bi rêz û rûmet hemû şehîdên Yekîtiyê bi bîr tînin û silavan dişînin bo rihê
Serok Mam Celal, endamên desteya damezirîner û hemû wan heval û ezîzên ku bi
xebat û têkoşîna Yekîtiyê ve westiyane.
Her weha em pîrozbahîyeke germ li hemû hevalan, cemawerê
dilsoz û xwediyên serbilind ên şehîdên YNK dikin.
Em piştrast in ku YNK bi piştgirî û xemxurîya cemawerê xwe
dê her bimîne, her geş bibe û wekî hêza cihê hêvî û baweriya gelê Kurdistanê dê
her bimîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

