Nêçîrvan Barzanî: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê her tim xwedî pêgeheke girîng û bi bandor bûye
Kurdistan 11:48 AM - 2026-06-01
PUKMEDIA
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştrast kir ku
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ji bo mafên
gelê Kurd e û her tim di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê de xwedî
cihekî girîng û bi bandor bûye.
Ev peyam di peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê
de ji bo Birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê YNKê, bi boneya 51emîn salvegera
damezrandina YNKê hat.
Nivîsa peyamê wiha ye:
Birêz Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Silav û rêz
Di salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
de, ez ji we û serkirdayatî, endam û alîgirên YNKê re, pîrozbahiyên germ û
hêviyên çêtirîn ji bo serkeftina we ya berdewam pêşkêş dikim.
Bi vê boneyê, em mîrateya dîrokî û têkoşîna Serokê rihmetî
Mam Celal bi bîr tînin
YNK xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ji bo mafên gelê Kurd e
û di vê dozê de bi hezaran şehîd feda kirine. Her dem di pêvajoya siyasî ya
Herêma Kurdistanê û Îraqê de xwedî pêgeha girîng û bi bandor bûye.
Di vê salvegerê de, em ji nû ve piştrast dikin ku
berpirsiyariya hevbeş, hevgirtin û çalakiya hevbeş di navbera hemû hêz û
partiyên siyasî de ji her demê girîngtir e, da ku em bi hev re bikaribin
yekîtiya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurd biparêzin.
Ez hêvî dikim ku ev bûyer dê bibe derfetek nû ji bo
xurtkirina yekîtiya Nîştimanî û pêşvebirina diyalog û têgihîştinê da ku
nakokiyan çareser bikin û aramî, serfirazî û pêşerojek çêtir û bi rûmettir ji
bo gelê Kurdistanê bi dest bixin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê Hezîrana 2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

