Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya:Divê kelemên li pêş avakirina hikûmetê bên rakirin
Kurdistan 08:20 PM - 2026-06-16
Ragihandina Cîgirê Serokwezîr
Qubad Talebanî û Îrfan Sadiq, Balyozê Brîtanya li Îraqê
Qubad Talebanî
Cîgirê serokwezîr pêşwazî li balyozê Brîtanya yê li Îraqê Îrfan Sadiq kir û di
cîvîna navbera xwe de çend mijarên girîng yên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Di
destpêka civîna ku îro roja Sêşemê (16/06/2026)an bi amadebûna Andrew Beasley,
Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê bi rêve çû, Qubad Talebanî pîrozbahî li Balyozê
Brîtanî kir ji bo serdana wî ya Laleş û El qûşê û agahdarbûna ji rewşa jiyana
welatiyên Êzdî û Xiristiyan yên li herêmê.
Piştre,herdu alî li ser pêwîstiya
piştgiriya hikûmeta nû ya Îraqê li hev kirin û tekez li ser pêwîstiya
zêdekirina hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma
Kurdistanê û Bexdayê de di vê qonaxê de kirin.
Her wiha bi
pêwîst hat dîtin ku her du hikûmet ji bo pêşxistina aboriya Îraqê û
baştirkirina mercên jiyana welatiyan hevkariyê bikin û hevahengiyê bikin.
Di tewrek
din ya civînê de behsa rewşa herêmê hate kirin, û bi girîngî behsa peymana di
navbera Amerîkayê û Îranê de hate kirin.
Herdu alî li
hev kirin ku ev peyman derfeteke girîng e ji bo çareserkirina nakokiyên di
navbera herdu welatan de û dê bandorek mezin li ser ewlehî û aramiya tevahiya
herêmê bike.
Di beşek din ya civînê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî navxwe ya
Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina
danûstandinan û rakirina astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê hate kirin.
Her di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî behsa hevdîtina duh bi Tom
Barack, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê ji bo Îraq û Sûriyê re kir û ew wekî
hevdîtinek berhemdar bi nav kir û têde Serokê YNKê siyaset û helwesta YNKê ya derbarê
avakirina hikûmeta nû ji nûnerê Amerîkî re zelal kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

