Herêma Kurdistan û Çîn dê têkiliyên xwe yên zanistî û akademîk xurt bikin
Kurdistan 01:19 PM - 2026-06-17
PUKMEDIA
Berpirsê Têkiliyên Dereve yê YNK û şanda Çînê
Berpirsê Têkiliyên Dereve yê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK), pêşwazî li şandeke bilind a zanistî ya Çînê kir ji bo
geşepêdana Hevkariyên Zanistî, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî
û avakirina pira têkiliyên zanistî kir, bi armanca xizmetkirin û pêşvebirina
qada xwendin û lêkolînê û bihêzkirina têkiliyên akademîk ên di navbera Herêm û
Komara Gel a Çînê de.
Duh 16/6/ 2026, Dara Xeylanî endamê serkirdayetî û berpirsê têkiliyên
dereve yê YNK pêşwazî li şandeke bilind a profîsor, doktor û pisporên zanistî
yên zanîngehên Komara Gel a Çînê kir, ku bi armanca geşepêdana têkiliyên
zanistî û akademîk serdana bajarê Silêmaniyê kiribûn.
Di civînê de hevalên Dr. Mowefeq Xalid, Alîkarê Berpirsê
Navenda Lêkolînên Giştî û Dr. Umêd Refîq Berpirsê Navenda Lêkolînan a li
Navenda Lêkolînên Giştî amade bûn guftûgo li ser giringiya bihêzkirina
hevkariyên zanistî û akademîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê, xwendina
bilind, lêkolînên zanistî û pevguhartina ezmûn û pisporiyan hate kirin.
Hevdem, daxwaz ji şanda Çînê hate kirin ku hevkariyeke
zêdetir bikin di dabînkirina fersendên xwendinê de ji bo xwendekarên Herêma
Kurdistanê, bi taybetî di asta master û doktorayê de. Di dawiyê de jî her du
aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî û avakirina pira têkiliyên zanistî
kir, bi armanca xizmetkirin û pêşvebirina qada xwendin û lêkolînê û bihêzkirina
têkiliyên akademîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

