Salar Mehmûd li Parlemana Nerwicê pirsa diyaspora kurdî û karê hevpar gotûbêj dike

YNK 01:15 PM - 2026-06-25
Berpirsê Navenda Derve ya YNK li Parlamentoya Nerwêcê PUKMEDIA

Berpirsê Navenda Derve ya YNK li Parlamentoya Nerwêcê

Salar Mehmûd, Berpirsê Navenda Derve ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), li avahiya Parlemana Nerwêcê ji aliyê Marî Sneve Martinussen, Seroka Partiya Sor a Nerwêcê û çend parlemanterên wî welatî ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de pêşxistina hevahengiya navbera diyaspora kurdî û mekanîzmayên karê hevpar hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de ku her du endamên parlemanê yên Partiya Sor Biwêrnar Mokisnês serokê berê yê Partiya Sor û Seher Aydar endamê koma dostaniya kurd amade bûn, behsa hevahengiya navbera rewenda kurdî û Parlemana Nerwicê hat kirin.
Salar Mehmûd di hevdîtinê de spasî li wan kir ku di naskirina jînosaydê Helebçeyê de di sala 2011an de li Parlemana Nerwicê roleke giring lîstine.

Di hevdîtineke din de ku her li Parlemana Nerwêcê birêve çû, Berpirsê Navenda Derve ya Yekîtiyê (YNK) ligel Manî Husênî yê bi eslê xwe kurd ku endamê parlemanê û serokê komîteya enerjiyê ye ji Partiya Karker a desthilatdar, û Magnus Biyor Nibêkolaya ji komîteya derve ya parlemanê re civiya. Wan behsa mekanîzmayên karê hevpar kirin, bi taybetî pirsên girêdayî bi pişkdariya siyasî ya diyaspora kurdî li Nerwêcê.
Hevdem, Salar Mehmûd Berpirsê Navenda Derve ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, kêfxweşiya xwe diyar kir ku di çarçoveya rêxistina Navdewletî ya Sosyalîst (Socialist International) de hevkariya wan a hevpar heye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket