Şeşemîn kongireya Komeleya Akademîsyanên Krdistanê li Silêmaniyê birêve çû

Kurdistan 08:14 PM - 2026-06-25
Wêneya Kongireyê PUKMEDIA

Wêneya Kongireyê

YNK

Îro Komeleya Akademîsyenên Kurdistanê li Silêmaniyê şeşemîn kongreya xwe li dar xist û bi coşeke zanistî ve erkên xwe di ber pêşxistina proseya xwendinê de li Herêma Kurdistanê didomînin. Di kongreyê de 15 akademîsyen wekî endamên nû yên desteya kargêrî ya komeleyê hatin hilbijartin, ku hemû ji lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne.

Îro pêncşemê 25/6/2026 li bajarê Silêmaniyê şeşemîn kongreya Komeleya Akademîsyenên Kurdistanê birêve çû. Ev di demekê de ye ku Komeleya Akademîsyenên Kurdistanê di nîsana 2013an de kongreya xwe ya dawî pêk anîbû û çendîn sal bûn ku yasayîbûna hilbijartinê winda kiribû. Îro peyrewa nû ya komeleyê bi piraniya dengên endamên kongreyê hat pesendkirin; ji tevahiya 421 endamên kongreyê 346 endam amade bûn û nîsaba yasayî ya kongreyê temam bû.
Di encama kongreya îro de, 15 akademîsyen wekî endamên nû yên desteya kargêrî ya komeleyê hatin hilbijartin. Hemû ji lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ne û di nava wan 15 endamên desteya kargêrî de 4 jin hene. Ji bilî mislimanan, nûnerên pêkhateyên olî û mezhebî yên cuda jî tê de cih digirin ku ev yek rengdêriya piralî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide. Nûnerên serkeftî nûneratiya bajarên Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce, Kerkûk, Çemçemal, devera Raperîn, Koye û Bexdayê dikin. Herwiha ji bilî neteweya kurd, di desteya kargêrî de tirkmen wekî pêkhateyeke neteweyî ya din, feylî wekî pêkhateyeke mezhebî û kakeyî jî cih digirin.

Di heman demê de, baregeha sereke ya komeleyê dê li Silêmaniyê be û divê di herikîna panzdeh rojan de, ev desteya nû ya ji 15 akademîsyenan pêkhatî di nava xwe de hilbijartinê ji bo van postan bikin: (Serokê Komeleyê - Cîgirê Serokê Komeleyê - Biryarderê Komeleyê).
Ev komele di tîrmeha 1995an de li bajarê Hewlêrê ji aliyê komek akademîsyenan ve bi serokatiya xwedêjêrazî P.D. Kemal Xoşnaw hatiye damezrandin. Rêxistineke akademîk, zanistî, rewşenbîrî û pîşeyî ye û taybet e bi kesên xwedan bawernameyên master û doktorayê yên li zanîngehan û li derveyî zanîngehan.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket