Serok Bafil:Em bi erk û berpirsiyariyên Lîwa Eyûb di nav refên Pêşmergeyan de serbilind in

Kurdistan 06:27 PM - 2026-07-01
Bafil Celal Talebanî, Serokê YNKê û Lîwa Eyûb Yûsif, fermandar û Pêşmerge yê dêrîn Nivîsingeha Ragihandina Serokê YNKê

Bafil Celal Talebanî, Serokê YNKê û Lîwa Eyûb Yûsif, fermandar û Pêşmerge yê dêrîn

YNK Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê bi fermandar û Pêşmergeyê dêrîn Lîwa Eyûb Yûsif re civiya.

Di civînê de, Serok Bafil rol û têkoşîna Birêz Lîwa Eyûb wekî tekoşerekî dêrîn, fermandar û Pêşmergeyekî wêrek ku jiyana xwe ji bo Kurdistanê û YNKê terxan kiriye, nirxand û got:Ji bo têkoşîna Kurdayetî û wekî kurê şêr ê Hewlêrê, ew her tim bi hevalên xwe re beşek ji serweriya gelê me ye.

Her wiha got ku erk û berpirsiyariyên wî di nav refên hêzên Pêşmerge de ji bo me hemûyan cihê şanaziyê ne.

Ji aliyê xwe ve, Lîwa Eyûb Yûsif spasiya Serok Bafil kir û tekez kir ku ewê her tim Pêşmergeyê Kurdistanê û YNK be û her erkê xwe di xizmeta gel de bicîh bîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket