Serok Bafil û Îbrahîm Kalın tekezî li ser xurtkirina têkiliyên xwe dikin
Kurdistan 10:44 PM - 2026-07-01
Nivîsingeha Ragihandina Serok Bafil
Serok Bafil û Îbrahîm Kalin
Bafil Celal
Talebanî Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Dabaşanê pêşwazî li
Serokê Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyê Îbrahîm Kalın kir.
Di civînê de
li ser pêşketin û guhertinên dawî gotûbêj hatin kirin û girîngiya parastina
aramiya herêmê bi girîng hat zanîn.
Pêvajoya
aştiyê hate gotûbêjkirin û Serok Bafil piştgiriya xwe ya ji bo serkeftina vê
gava dîrokî dubare kir û got: Emê hewlên xwe li ser riya Serok Mam Celal bidomînin daku ev gava girîng
û biryardar bibe serkeftinek, bi armanca pêşxistina jiyana hevbeş û pêkanîna aştiyeke berfireh ku di
berjewendiya ewlehî û aramiya tevahiya Rojhilata Navîn de be.
Di civînê
de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina têkiliyên dualî di
çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

