Letîf Nêrweyî: Hevpeymaniya hevsengiyê û geşepêdanê di bercewendiya bilind de ye

Kurdistan 01:50 PM - 2026-07-02
Letîf Nêrweyî berpirsê Burda Ragihandinê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Letîf Nêrweyî berpirsê Burda Ragihandinê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez kir ku Herêma Kurdistanê îro rûdaneke siyasî û îdarî ya berbiçav bi xwe ve dibîne, ew jî bi îmzekirina peymana "Hevpeymaniya Hevsengî û Geşepêdanê" di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Newey Niwê de.

Letîf Nêrweyî, Berpirsê Borda Ragihandinê ji PUKMEDIA re ragihand: Ev hevpeymane wekî hewcedariyeke lezgîn tê ji bo vegerandina hevsengiya siyasî, ku nebûna wê di rabirdûyê de bibû sedema paşveçûna pêgeh û bandora Herêmê di navxwe de, bi taybetî li herêmên nakokbar, her wiha bandor li ser hebûna wê ya li Bexda û navendên navdewletî jî kiribû.
Nêrweyî aşkire kir ku Tê çaverêkirin ku ev hevsengî bibe sedema geşbûneke xizmetguzarî û aborî, û pêşxistina peywendiyan ligel hikûmeta federal û derdora herêmî û navdewletî. Nîşaneyên li ser erdê û daxuyaniyên her du aliyan tekez dikin ku ev rêkeftin ji bo berjewendiya bilind a Herêmê ye û li dijî ti aliyekî nîne.

Her wiha got: Ji aliyê dîrokî ve, Yekîtiya Nîştimanî her tim ji bo gavên stratejîk ên ku berjewendiya Herêmê ferz kirine destpêşxer bûye, ji Peymana Stratejîk a berê ya ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di nav re peymana ligel Tevgera Goran ji bo rûbirûbûna alozî û aloziyên Silêmaniyê, û heta digihîje vê şirîkatiya niha ya ligel mezintirîn hêza opozîsyonê.
Nêrweyî aşkere kir: Giringiya vê gavê di kombûna her du aliyan de ye (ku yek ji wan di desthilatê de ye û yê din di opozîsyonê de ye) di bûyerekê de ku ev çend sal bûn dubare nebibû, ku ev yek wekî bingehekê ye ji bo yekxistina mala kurdî. Di dawiyê de, ev hevpeymanî ne li pey sepandina mercên pêşwext e di danûstandinên pêkanîna hikûmetê de, lê belê ji mafekî siruştî yê daxwazkirina yek ji her du postên serwerî li Herêmê bi rê dikeve.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket