Pakistan mêvandariya gereke nû ya danûstandinên navbera Waşînton û Tehranê dike
Cîhan 11:00 AM - 2026-07-05
Ajans
Amerîka û Îran
Çavkaniyan roja Şemiyê eşkere kirin ku Pakistan dê di 11'ê
vê mehê de (Tîrmeh) gereke nû ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bihewîne,
ku ev yek di çarçoveya hewldanên ji bo destpêkirina jinûve ya pêvajoya
danûstandinan a di navbera her du aliyan de tê.
Çavkaniyan da zanîn ku gera çaverêkirî dê li ser sê dosyayên
sereke bisekine, ku ew jî ev in: cezayên Amerîkayê yên li ser Tehranê, samanên
Îranê yên cemidandî, ligel dosyaya navokî ya Îranê.
Her wiha anîn ziman ku asta nûnertiya şanda Îranê di
danûstandinan de hîn nehatiye biryardan, û destnîşan kir ku biryar dê piştî
bidawîbûna merasîma veşartina Rêberê Îranê Elî Xameneyî bê dayîn.
Ev ger piştî du civînên din ên ku meha borî li Swîsreyê û
roja sêşem û çarşema borî li Dohayê hatin lidarxistin, û li dûv mehên ji
pêwendiyên nerasterast ên di navbera Waşinton û Tehranê de tê. Ev pêwendî li
ser kontrolkirina rageşiyê û zindîkirina pêvajoya danûstandinên derbarê
bernameya navokî de bûn, di demekê de ku nakokiyên li ser rakirina cezayan û
garantiyên daxwazkirî ji her du aliyan berdewam in.
Ji aliyê din ve, danûstandinên çaverêkirî hîn jî rûbirûyî
astengiyên girêdayî amadekariyên piştî şerê dawî dibin, ligel nakokiyên derbarê
bernameya navokî ya Îranê, mekanîzmayên serbestberdana samanên Îranê yên
cemidandî û birêvebirina Tengava Hurmizê, di demekê de ku her du alî hewl didin
fersendên vegera li ser rêyeke dîplomatîk ku rageşiya li herêmê kêm dike,
biceribînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

