Xebat û têkoşîna hêzên fermandariya yedek bilind hat nirxandin
Kurdistan 12:35 PM - 2026-07-06
PUKMEDIA
Civîn
Roja Duşem 4ê Tîrmeha 2026an, li baregeha mekteba siyasî bi
amadebûna hevalan Şêx Cefer Şêx Mistefa, Berpirsê Encûmena Parastina
Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiyê, Refet Ebdullah, Cîgirê Serokê Yekîtiyê, Aso
Mamend, Endamê Mekteba Siyasî û Westa Resûl, Fermandarê Fermandariya Hêza
Yedeg, civînek ligel fermandarên bilind ên Fermandariya Hêza Yedeg hat
lidarxistin.
Destpêkê heval Westa Resûl, kêfxweşiya xwe bi lidarxistina
civînê anî ziman paşê heval Şêx Cefer pesnê rola camêrane ya fermandar û
pêşmergeyên Hêza Yedeg kir di rojên sext ên xebat û têkoşîna gelê meda.
Piştre hevalê Cîgirê Serokê Yekîtiyê, ronahî xiste ser
geşedanên dawî yên rewşa Kurdistan û Îraqê û rola berçav a Yekîtiyê di wî warî
de.
Di beşeke din a civînê de, heval Aso Mamend behsa rola
fermandarên Hêza Yedeg kir di qonaxa borî de ku rênişteke mezin a niştimanî li
ser milê wan bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

