Amerîka zêdetirî 80 armanc li Îranê dan û Supaya Pasdaran jî bersivê dide
Cîhan 09:52 AM - 2026-07-08
PUKMEDIA
ÎRAN
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku di êrîşên xwe
yên herî dawî yên li dijî Îranê de, zêdetirî 80 armancan pêk aniye. Di
daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş wekî bersivekê bûn ji bo wan herêmên ku
êrîşî sê keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê kiribûn û tawanbarî arasteyî
Tehranê hatibû kirin.
Ragihand: Hêzên Amerîkayê sîstemên parastina esmanî yên
Îranê, torên fermandariyê, binkeyên radarê yên peravan, şiyanên moşekên
dijî-keştî û zêdetirî 60 belemên piçûk ên ser bi Supaya Pasdaran ve di nava
Tengava Hurmizê û derdora wê de kirine armanc.
Li beramber vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê di televizyona
fermî ya welatê xwe de ragihand: Wekî bersiveke destpêkê ji bo van êrîşan, bi
bikaranîna moşek û dron 85 saziyên binkeyên serbaziya serekî yên Amerîkayê li
Kuwêyt û Behreynê kirine armanc, di heman demê de drona Amerîkayê ya ji corê MQ-9 xistine xwarê.
Hevdem Wezareta Derve ya Îranê ragihand: Betalkirina demkî
ya sizayên li ser nefta Îranê tenê 20 roj piştî rêkeftinê, binpêkirineke eşkere
ya bîranîna jihevtêgihîştinê ye û belgeya bêbaweriya Waşîntonê ye.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di
daxuyaniyekê de li ser platforma Xê eşkere kir: Di êrîşên xwe yên herî dawî yên
li dijî Îranê de, zêdetirî 80 armancan li ber xwe daye. Her wiha got ku ev êrîş
wekî bersivekê bûn ji bo wan êrîşên ku hatibûn kirin ser sê keştiyên bazirganî
li Tengava Hurmizê û tawanbarî arasteyî Tehranê hatibû kirin.
Di heman demê de Artêşa Îranê amaje bi we kiriye: Amerîka
berpirsiyariya encamên binpêkirina agirbestê hildigire û tevahiya binkeyên wê
yên li herêmê dê bibin armanceke rewa ya me.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

