Donald Trump: Ez pir ji NATO`yê bi hêrsim
Cîhan 11:37 AM - 2026-07-08
PUKMEDIA
Donald Trump serokê Amerîkayê
Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li Hevpeymaniya
Atlantîka Bakur a ku wekî NATO tê naskirin digire û radigihîne: Tu kesî wekî me
drav ji bo NATOyê xerc nekiriye, lê alîkariya me nekirin, ji ber vê yekê ez pir
ji NATOyê hêrs im.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di konferansekî rojnamevaniyê
ya hevpar li gel Sekreterê Giştî yê Rêxistina NATOyê Mark Rutte pêkanî û got:
Tevî pesndana asta birêveçûna civînan, nîgeraniya xwe li hember rewşa rêxistinê
anî ziman û ragihand: Ez pir ji NATOyê hêrs im, ev jî wekî nîşanekê ji bo
nerazîbûnên wî yên berdewam ên derbarê budce û pabendiyên darayî yên welatên
endam di nav hevpeymaniyê de ye.
Derbarê alîkariyên Amerîkayê yên bo NATOyê de jî eşkere kir:
Amerîkayê zêdetirî trîlyonek dolar ji bo parastina NATOyê xerc kiriye, lê
NATOyê di şer de alîkariya welatê wî nekiriye, tekez kir ku ew ji tevgera
NATOyê razî nîne, bi taybetî ya ku girêdayî Îran û Grînlendayê ye.
Di beşeke din a gotinên xwe de, Donald Trump hişyariyeke
tund da welatê Îspanyayê, ji ber wan pirsgirêkên ku girêdayî pabendiyên nav
rêxistina NATOyê ne. Trump gefa wê yekê xwar ku ew ê her cûre bazirganiyê li
gel Îspanyayê bibire, ev gef wekî zexteke rasterast li ser Madrîdê tê dîtin da
ku pabendiyên xwe yên leşkerî û darayî li hember NATOyê cih bîne.
Gotinên Trump di demekê de ne ku, ji ber şerê Amerîka û
Îranê, têkiliyên Amerîkayê bi NATOyê re sariya xwe dîtiye. Berê jî Trump çendîn
caran rexneyên tund li rêxistinê girtine û wekî 'pilingê li ser kaxezê' navê
wan aniye, di helwesta xwe ya dawî de jî ragihand: Heke civîna lûtkeyê li
Tirkiyeyê neba, min ê beşdarî civînan nekira.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

