Darbaz Kosret Resûl malavayî li Rêvebirê Ofîsa Japonya kir
Kurdistan 08:52 PM - 2026-07-08
Nivîsingeha Rojnamevanî ya Darbaz Kosrat Resûl
Darbaz Kosret Resûl û Ishizoka Hitoshi
Endamê
Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Peywendiyan ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl pêşwazî li şandeke dîplomatîk ya balyozxaneya
Japonya li Îraqê kir.
Hevdem bi
boneya bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê, malavayî li Ishizoka
Hitoshi, Rêveberê Ofîsa Japonya li Hewlêrê kir û di erkê wî yê nû de serkeftin
jê re xwest.
Piştre ew
bi Tomohiro Matsushima û Mayuki Nishimura, berpirsên beşa siyasî ya
balyozxaneya Japonya li Bexdayê re civiya, daku li ser pêşketinên herêmî û peywendiyên
di navbera Japonya û Îraqê de gotûbêj bikin û rêbazên pêşxistina peywendiyên di
navbera Herêma Kurdistanê û kompaniyên Japonî de, bi taybetî di kertên aborî û
nûjenkirinê de, destnîşan kirin.
Hevdem tekezî
li ser dirustkirina peywendî û hevrêziyê di navbera Hîroşîma, Nagazakî û
Helebçe de hate kirin;ku Helebce ji ber êşên ku ji ber çekên
kîmyayî kişandiye, ji bo naskirina qurbaniyên xwe û piştgirîkirina ji nûve
avakirina wê, pêdivî bi bêtir baldariya civaka navneteweyî heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

