Navbeykar hewl didin rageşiya navbera Amerîka û Tehranê kontrol bikin û vegerin ser lihevkirinê
Cîhan 01:10 PM - 2026-07-10
PUKMEDIA
Alaya Amerîkayê û Îranê
Li gorî ragihandina du çavkaniyên ji welatên navbeynkar û
berpirsyarekî Amerîkî ji malpera nûçeyan a "Axios" re, Pakistan,
Qeter û navbeynkarên din ên li herêmê hewl didin ku rageşiya navbera Amerîkayê
û Îranê de kêm bikin û danûstandinên navbera her du aliyan ji nû ve zindî
bikin.
Her weha got ku her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump roja
Çarşemê bidawîbûna yadeştnameya têgihîştinê û agirbesta bi Îranê re ragihand û
ferman da ku du dewrên êrîşên esmanî werin kirin, ew zêdetir giranî dide ser ji
nû ve vekirina Tengava Hurmuzê û hîn jî bi fikar e ku xwe ji vegera li şerekî
berfireh biparêze.
Navbeynkar di wê baweriyê de ne ku her du aliyan di danûstandinan
de ber bi rêkeftinekê ve gav avêtine û dixwazin rê li ber hilweşîna yadeştnameyê
têgihîştinê bigirin.
Çavkaniyan eşkere kir ku berpirsyarên Qeterî, Pakistanî,
Tirk, Misirî û Siûdî roja Çarşemê gelek peywendiyên telefonî bi berpirsyarên
Amerîkî û Îranî re kirine, bi armanca ku rewşê aram bikin.
Li gorî daxuyaniyeke ku li ser kanala wî ya Telegramê hatî
weşandin, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim
Munîr re ragihandiye ku êrîş û daxuyaniyên Amerîkayê binpêkirina yadeştnameya
têgihîştinê ne.
Jêdereke herêmî yê ku beşdarî navbeynkariyê bûye got: Hewldanên
dîplomatîk ên gur tên kirin da ku pêşî ligel her du aliyan li ser kêmkirina
rageşiyê lihevkirinek pêk bê, piştre jî demekê ji bo gera din a danûstandinên
di navbera tîmên teknîkî de bê diyarkirin.
Berpirsekî Amerîkî destnîşan kir ku roja pêncşemê aram bû bi
saya encama hewldanên kêmkirina rageşiyê bû.
Li gora "Axios", Trump piştî nîvroya pênşemê ligel
berpirsên payebend ên ewlehiya neteweyî civîneke pêk anî da ku rageşiya ligel
Îranê û rêyên pêşveçûna di peymanê de gotûbêj bikin.
Piştî civînê, berpirsekî Amerîkî ragihand ku rêveberiya
Trump "hîn jî pabendî dîtina çareseriyeke dîplomatîk e û guftûgoyên
teknîkî ji bo gihîştina bi peymaneke navokî berdewam in."
Her wiha anî ziman: Trump helwesta xwe pir eşkere nîşan da û
êrîşên Îranê yên li ser keştiyên nêzîkî Tengava Hurmizê wekî çalakiyên
terorîstî hesiband.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

