Gotejêkarên Qeterî li Tehranê ne ji bo aramkirina rewşê
Cîhan 09:57 PM - 2026-07-10
PUKMEDIA
Tengava Hurmuzê
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê careke din tekez kir
ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye, lê da zanîn ku hevdîtinên bi wan re
berdewam dikin.
Trump li ser platforma "Truth Social" nivîsand: Îranê
ji me xwest ku em danûstandinan berdewam bikin, me jî ev yek qebûl kir, lê Amerîkayê
bi awayekî zelal ji wan re eşkere kir ku agirbest bi dawî bûye.
Roja çarşem û pêncşemê, piştî daxuyaniya Trump a ku got
agirbest "bi dawî bûye", di navbera wan û Tehranê de pevguhertina
giran a gulebaranê çêbû, ku ev yek bû sedema gumanan li ser domdariya yadeştnameya
lihevtêghîştinê ku dihat hêvîkirin bibe rêxweşker ji bo bidawîkirina bi tevahî
ya şer.
Lê belê beriya niha roja înê, berpirsekî Amerîkî teqez kir
ku gotûbêjên di navbera Amerîka û Îranê de li ser peymana aştiyê ya mayînde,
tevî aloziya leşkerî ya rojên çarşem û pêncşemê, berdewam dikin.
Li gorî nûçeya ku ajansa "Bloomberg" ji zarê wî
berpirsê ku navê wî nehatiye eşkere kirin veguhastiye, Amerîka hîn jî pêbende
bi dîtina çareseriyeke dîplomatîk ligel Îranê.
Wî berpirsî gotûbêjên heyî wekî "danûstandinên
teknîkî" bi nav kirin, ku armanca wan gihîştina peymaneke aştiyê ya
mayînde ye nêzîkî nîvê meha tebaxa bê.
Piştî nûbûna rûbirûbûna di navbera Waşînton û Tehranê de û
rûdana nîşaneyên vegera metirsiya şerekî eger, ajansa Reutersê eşkere kir ku
danûstandkarên Qeterî gihîştine Îranê daku bi berpirsên Îranî re bicivin, bi
armanca aramkirina aloziyê û amadekirina mercan ji bo destpêkirina
danûstandinên berferehtir. Ajansê da zanîn ku ev hevdîtin bi hevahengiya ligel
Amerîkayê tên kirin.
Ajansê ji zarê çavkaniyekê diyar kir ku di van danûstandinan
de dê mijara cîbicîkirina Yadeştnameya Hevtêgihiştinê ya Amerîka-Îranê were
gotûbêjkirin, her weha ew mijarên ku bûne sedema pêla herî dawî ya aloziyê di
navbera Waşîngton û Tehranê de, di nav de nakokiyên têkildarî keştivaniya li
Tengava Hurmizê. Di heman demê de, çavkaniyên Pakistanî ji Ajansa Nûçeyan a
Almanyayê re dan xuyakirin ku Tehranê ji Îslamabadê — ku rola navbeynkariyê
dilîze — xwestiye ku ji Amerîkayê re ragihîne ku ew amade ne ji bo
danûstandinan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

