Qubad Talebanî daxwaza pêşxistina şiyanên jinan dike
Kurdistan 05:15 PM - 2026-07-13
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya
Qubad Talebanî, Berpirsê Mekteba Sekretariyeta Serok Mam
Celal, bi Serpereştiyara Yekîtiya Jinan a Kurdistanê Lava Hîkmet û rêvebirên
rêxistinê re civiya.
Di civîna ku îro roja Duşemê 13/7/2026`an pêk hat de, li ser
çalakî û çawaniya gavên ji nû ve organîzekirina Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat gotûbêj
kirin. Qubad Talebanî destxweşî li hewldanên berdewam ên Lava Hîkmet û
rêvebirên rêxistinê kir ku tedbîrên pêwîst û guncaw ji bo nûjenkirin û
organîzekirina Yekîtiya Jinan girtine û geşbîniya xwe anî ziman ku ev hewldan
encam didin daku Yekîtiya Jinan bikare bi awayekî modern parastina mafên xwe
bikin û bibe ew rêxistina ku jinên Kurdistanê pêdiviyên xwe pê hene.
Di beşek din a civînê de, Berpirsê Mekteba Sekretariyeta
Serok Mam Celal, daxwaz kir di vê qonaxa nû de girîngiyek taybetî bidin
pêşxistina şiyanên jinan di warên cûda de û ji wan re bibin alîkar ku li hember
astengî û pirsgirêkên ku derdikevin, daku sal li dûv sal nêzîkî armanca
bidestxistina civakek azadtir, wekhevtir û dadperwertir bibin.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî bi girîng dît ku Yekîtiya
Jinan hişyariya yasayî di nav jinan de bêtir pêş bixin û ji bo ku jin li ber yasayê
wekhev bin bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

