Qubad Talebanî: Xaneqîn navendeke girîng a Yekîtiya Nîştimanî ye
Kurdistan 11:33 AM - 2026-07-16
PUKMEDIA
Qubad Talebanî li Xaneqîn
Di dema serdana xwe ya ji bo rêveberiya Germiyanê de,
berpirsê nivîsgeha sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî bi berpirs û
endamên Navenda Rêxistinên Xaneqînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re
civiya.
Di civînê de, Qubad Talebanî pîrozbahî li Karwan Yarwês kir
bi boneya destbikarbûna wî wek berpirsê Navenda Rêxistinên Xaneqînê, her wiha
pîrozbahî li endamên navenda rêxistinê kir û serkeftin di erkên wan de ji bo
wan xwest.
Berpirsê nivîsgeha sekreteriya Serok Mam Celal bal kişand
ser girîngiya bajarê Xaneqînê ji bo YNK û tekez kir ku ew ji destpêka şoreşa
gelê me ve navendeke girîng a Yekîtiya Niştimanî bûye. Wî got: Divê endamên
Navendê di pêşerojê de xwe li gorî rewşa nû ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
biguncînin, û hemû hewlên xwe bidin da ku pêgeha wê li herêmê bihêz bikin. Her
wiha soz da ku hemû piştgiriya pêwîst pêşkêşî wan bike.
Di aliyekî din ê civînê de, Qubad Talebanî behsa siyaset û
pêgeha YNK di vê qonaxê de kir. Wî eşkere kir ku ew bi serokatiya Bafil Celal
Talebanî, berdewam e li ser bihêzkirina pêgeh û hêza xwe li Kurdistan, Îraq û
di siyaseta navdewletî de, bi şêweyekî ku di hemû astan û di pirsên cuda de
pêşengî ji siyaset û helwesta YNK re tê dayîn.
Piştî guhdarîkirina li nêrîn û daxwazên endamên meclîsa
Navenda Rêxistinên Xaneqînê, berpirsê sekreteriya Serok Mam Celal soz da ku
şopandinê ji bo hemû pirsgirêk û kêmasiyan bike û wan çareser bike. Wî tekez
kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û nûnerên wê li Bexdayê dê hemû hewlên
xwe bidin da ku pirsgirêkên xelkê Xaneqînê çareser bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

