Nêrweyî: Medyaya Partî bi neberpirsiyarane rûmala bombebarankirina Silêmaniyê dike
YNK 01:04 PM - 2026-07-18
PUKMEDIA
Berpirsê Borda Ragihandinê ya YNKê Letîf Nêrweyî
Duh çend caran êrîşên bi dronan li ser parêzgeha Silêmaniyê
hatin encamdan. Di vê derbarê de, Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand: Medyayên Partî (PDK) bi naberpirsiyarî
rûmalkirina bombebarankirina Silêmaniyê dikin, ku ev yek ji wan êrîşên li ser
bajêr tên kirin kêmtir nîne, rûmalkirina rasterast, dayîna zanyariyan û
nîşandana cihên bombebarkirî, hewleke berfireh e ji bo belavkirina tirs û xofê
da ku welatî wan cihan biterikînin.
Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Letîf Nêrweyî, bi taybetî ji PUKMEDIA re axifî û got: "Tiştê ku
şeva borî medyayên Partî li hember bajarê Silêmaniyê û sînorê parêzgeha
Silêmaniyê kir, ji wan êrîşên ku hatin ser bajêr kêmtir nebûn. Ji ber ku ev yek
berevajî rênmayiyên Sendîkaya Rojnamevanan û bendên yasaya taybet a karê
rojnamevaniyê yê li Herêma Kurdistan û Iraqê bû, heta berevajî wan biryaran bûn
yên ku Wezareta Navxwe ji bo rûmalkirina bûyeran belav kirine."
Her wiha Nêrweyî ragihand: "Rûmalkirina zindî, dayîna
zanyariyan û nîşandana cihên bombebarkirî, hewleke berfireh bû ji bo
belavkirina tirs û xofê da ku welatî wan cihan biterikînin, ji ber vê yekê, tiştê ku duh hat dîtin, em
dikarin bi vî rengî kurt bikin ku medyayên Partî sînorê parêzgeha Silêmaniyê
xistine derveyî bazineya (çembera) ewlehiya neteweyî û nîştimanî û wekî
medyayeke dijber peyamên xwe belav dikirin."
Nêrweyî got jî: "Li hemberî vî karê ku medyayên Partî
kirin, ew nermiya ku îdareya Silêmaniyê li hember medyayên Partî nîşan da, li
tu welatekî pêşkeftî yê cîhanê tune ye û nayê dîtin. Ji ber ku dema metirsiyek
ber bi ewlehiya neteweyî û nîştimanî ve tê, bi taybetî ji bo bajarekî mezin,
hingê nabe bi pîwerên medyaya azad derfet bê dayîn ku medyayeke diyarkirî
metirsiya ewlehiya neteweyî zêdetir bike û hewl bide tirs û xofê belav bike.
Her wiha hewl bide hinek cihên ku hatine armancgirtin destnîşan bike û
zanyariyan bide wan aliyên ku êrîşê dikin; ev yek li tu cihekî pêşkeftî yê
cîhanê nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê, em wekî medyaya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistanê (YNK)ê nîgeraniya xwe li hember tiştê ku medyaya Partî (PDK)ê encam
daye diyar dikin û di heman demê de daxwaz ji aliyên peywendîdar ên îdareya
Silêmaniyê dikin ku rêkaran bi şêwazekî wisa bigrin ber ku ligel yasaya
Sendîkaya Rojnamevanan û rênmayiyên Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanan
biguncê, her wiha ligel wan rênmayiyên ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve tên
belavkirin hevaheng be. Ji ber ku berdewambûna medyayên Partî li ser wî halê ku
şeva borî li Silêmaniyê rû da, metirsiyê zêdetir dike û tirs û xofê zêdetir belav
dibe."
Li beramber helwesta medyaya Yekîtiyê YNKê jî , Letîf
Nêrweyî amaje bi vê yekê kir: "Em wekî medyaya Yekîtiyê ku bêdeng in û
zanyariyan li ser wan cihan belav nakin ên ku li sînorê Partî tên
bombebarankirin, em xwe berpirsiyar dibînin. Em medyayeke berpirsiyar in; bi
wateya berpirsiyariya exlakî, berpirsiyariya nîştimanî, berpirsiyariya neteweyî
û heta berpirsiyariya civakî jî. Ji ber ku em nabin sedema bê îstikrariyê ji bo
welatiyan û me bêdengî hilbijartiye, hin caran wekî nûçe jî bombebaranên Hewlêr û Dihokê
belav nakin, ji ber ku bi vê yekê xelk dizane ka kîjan medya medyayeke
nîştimanî ye û kîjan medya jî medyayeke naberpirsiyar e."
Duh roja Înê 17.07.2026an, di demên sibeh û şevê de êrîşên
firokeyên bêfirokvan (dronan) li ser Silêmaniyê hatin encamdan, medyaya Partî
jî bi rûmalkirinên xwe tirs û xof di nav xelkê de belav kir û bi naberpirsiyarî
nêzîkî rewşê bû. Ev yek wisa tê xwendin ku medyaya Partî sînorê parêzgeha
Silêmaniyê xistiye derveyî çembera ewlehiya neteweyî û nîştimanî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

