Serok Bafil peyameke sersaxiyê arasteya malbata Babeşêx rêberê ruhanî yê berê yê Kurdên Êzidî kir
Kurdistan 02:58 PM - 2026-07-18
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Bafil
Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bo koça dawî ya Xanim
Buhar,hevjîna koçkirî ya Babe Şêx (Şêx Xirto Hecî Îsmayîl), serokê ruhanî yê
berê yê Kurdên Êzidî li Kurdistanê, peyameke
sersaxiyê arasteya malbata koçkirî Babe Şêx, rêberê ruhanî yê berê yê Êzidiyên
Kurd li Kurdistan û cîhanê kir.
Naveroka peyama sersaxiyê ya Serok Bafil:
Ji bo malbata hêja ya koçkirî Babe Şêx, rêberê
ruhanî yê berê yê Kurdên Êzidî li Kurdistan û cîhanê.
Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya Xanim Buhar,
hevjîna koçkirî Babe Şêx (Şêx Xirto Hecî Îsmayîl), rêberê ruhanî yê berê yê Kurdên
Êzidî li Kurdistan û cîhanê,bihîst;em sersaxiya xwe pêşkêşî malbata Xanim Buhar dikin, ku
rola wê di qenciya giştî û di xurtkirina ruhê hevjiyana olî de li welatê me
gelekî berçav bû.
Xwedayê mezin canê koçkirî bi bihuştê şad bike û re
aramî û sebirê bibexşe hemûyan.
Bafil Celal Talebanî
Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

