Nêrwey:Serok Bafil selimandiye ku ew xemxwarê gelê xwe ye
Kurdistan 09:30 AM - 2026-07-20
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî,endamê serkirdayetiyê û berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Endamekî serkirdayetiya
Yekîtiyê tekezî li ser girîngiya naveroka peyama Serok Bafil dike û dibêje:Yekrêziya
navxweyî ji bo derbazkirina rewşê xala sereke ya peyamê bû.
Letîf Nêrweyî,endamê
serkirdayetî û berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,radigihîne:
Peyama Bafil Calal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,derbarê
êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê, ev kêliyek pir girîng e ku peyam bi
awayekî eşkere hem ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hem jî ji bo aliyên siyasî
yên navxweyî hatiye arastekirin, daku her kes cidiyeta rewşê fêm bike.
Her weha
got:Tişta herî girîng di peyamê de ji bo karûbarên navxweyî yên herêmê,mijara
yekîtî û hevgirtinê bû,ku ev yek di peyamê de jî hatibû nîşandan.
Derbarê
rewşa li herêmê de, Nêrweyî tekez kir:Rewşa heyî ya li Herêma Kurdistanê hewce
dike ku hemû aliyên siyasî helwesteke neteweyî ya hevpar bigirin ber daku li
hemberî geşedanan bisekinin û ji vê qonaxa metirsîdar derbaz bibin.
Nêrweyî diyar kir serkirdeyekî rastîn di demên qeyranan,gefên cihêreng yan
jî şerekî de,derket holê,û tiştê ku serok Bafil duh di peyama xwe de ragihand,wî
selmandiye ku ew serkirdeyekî rastîn e, û welatparêzek e ku ewlehiya gelê xwe
diparêze û li ser rêbaza bavê xwe diçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

