Serok Bafil:Rojbûna te pîroz be kak Qubad

Kurdistan 08:51 PM - 2026-07-21
Serok Bafil û Qubad Talebanî Taybet

Serok Bafil û Qubad Talebanî

Serok Bafil Qubad Talebanî

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, rojbûna Qubad Talebanî pîroz dike û wiha dibêje:Hebûna te ne tenê xêr û bereket e, lê belê lenger e ku di hemû demên dijwar de me xurt dihêle.

Naveroka pîrozbahiya serok Bafil

Rojbûna te pîroz be,birayê ezîz û baştirîn hevalê min!


Di hemû qonaxên jiyana min de, tu piştgir, guhdar û hevalbendê min yê herî mezin bûyî. Hebûna te ne tenê bereketek e, lê lenger e ku di hemû demên dijwar tu min bi hêz dihêle,tê gotin cudahiya di navbera birayekî û hevalekî herî baş de ew e ku tu hevalê xwe yê herî baş hildibijêrî, lê li gorî min ez mirovekî bextewar im ji ber ku tu hem heval û hem jî birayî,bi hev re, ez û tu tîmeke bêhempa ne, û ez bi mêrxasî, serkirdayetî û biratiya te serbilind im.

Her ku tu dikevî saleke din ya jiyana xwe, tu gumana min nîne ku paşeroja te tijî serkeftinên mezin, hêz û bextewarî be.

Spas ji tere ku tu her demê bi xwedîderketin,durustî û qayîmbûna xwe rêberiya min dikî û piştgiriya min dikî, û ji ber ku tu ew hevalê başî ku her kes hêviya wî dike.

Ez di rojbûna te de kêfxweş im û ji bo hemû serkeftinên ku emê di salên pêş de bi hevre bi dest bixin.
Rojbûna te pîroz be kak Qubad.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket