Serok Bafil nameyeke spasdariyê ji Emîn Babe Şêx wergirt
Kurdistan 06:02 PM - 2026-07-22
PUKMEDIA
Serok Bafil û Emîn Babe Şêx
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, peyamek
ji Emîn Babe Şêx wergirt, û li ser navê xwe û malbata xwe, spasdariya xwe diyar
dike û wiha dibêje: Serok Mam Celal parêzvanekî rastîn yê mafên pêkahateyên
olî bû,Xanim Hêro Xan serkirdyek ya mirovdost û welatparêz e, ji ber vê yekê ez
bawer im ku hûn jî dê wek diya û bavê xwe di heman rê û arasteyê de berdewam
bikin.
Naveroka peyama Emîn Babe Şêx:
Ji bo/ Birêz Bafil Celal Talebanî ,Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê,
B/ Spas û Pêzanîn
Sersaxiyên we ji bo malbata me li ser koça Xanim
Behar, hevjîna koçkirî Babe Şêx, Serokê berê yê Civata Ruhanî ya Êzidiyan:
Piştî silav û rêzgirtinan...
Bi navê xwe û malbata xwe, ez ji dilekî germ ji bo peyama we ya
sersaxiyê spasiya we dikim, bi rastî, naveroka nameya sersaxiyê xemgîniya
me kêm kir û ji bo me çavkaniyeke şanazî û dilsoziyê ye.
Birêz Serok...
Gava min peyama we ya sersaxiyê xwend, yekser
helwestên Birêz Serok, Mam Celal, û Xanim Hêro Xan hatin bîra min û niha jî,
wek nîşana dilsoziyê, ez vê wek derfetekê dibînim ku van çend rêzan bi kurtasî
bînim bîra xwe:
Birêz Serok, Mam Celal, parêzvanekî rastîn yê mafên pêkhateyên olî
(kêmnetewe) li herêmê û Îraqê bû, û bi taybetî derbarê mafên Êzidiyan de, wî
her tim hêsankarî ji bo beşdariya Êzidiyan di hemû warên civakê de dikir, ji
ber ku wî her hewldan dikir daku ew neyên jibîrkirin yan jî paşguhkirin.
Xanim Hêro Xan serkirdeyek ya mirovperwer û Nîştimanperwer e, û ew her
tim piştgir û xêrxwaza Êzidiyan bûye.
Di dema komkujiya Êzîdiyan di 3ê Tebaxa 2014.an de ji aliyê rêxistina
terorîst (DAIŞ) ve dest pê kir,bi deh hezaran Kurdên Êzidî li
Çiyayê Şengalê dorpêçkirî bûn û bê xwarin û avê mabûn,gava nûçe
digihîje Hêro Xan, ew yekser biryarê dide ku divê di zûtirîn dem de alîkarî ji
wan re bê kirin,wê hevkariyê roleke sereke di rizgarkirina nêzîkî 50 hezar
zarok, jin û mêrên kal û nexweş de list û di heman demê de, wan alîkarî jî kir
ku ew xwe ji aliyê leşkerî ve biparêzin.
Birêz Serok...
Tevî rewşa giran ya Kurdên Êzidî li Herêma Kurdistanê û Îraqê,helwestên
mirovî yên Birêz Serok Mam Celal û Xanim Hêro Xan tên bîranîn û her demê em
bilind dinirxînin,ez bawer im ku tu dê wek diya û bavê xwe, di heman
rêbaz û arasteyan de berdewam bikî.
Em ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku birêz serok Mam Celal bi behuşta xwe
şad bike,û em ji Xanim Hêro Xanê re tendirustî û leşsaxî baş dixwazin; her wiha
jiyaneke dirêj û serkeftinê dixwazin.
Bi rêz
Emîn Babe Şêx
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

