Konsolxaneya Giştî ya Amerîka pîrozbahî li xwendekarên Helebceyê kir
Kurdistan 04:35 PM - 2026-07-23
Ragihandina Konsolxaneya Amerîkayê
Wêneyekî Merasîmê
Konsolxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, pîrozbahî li
xwendekarên behremend û jêhatî yên bajarê Helebceyê kir, bi boneya derçûna wan
di bernameya navdar a Amerîkî de ku bi navê "Access ji bo Zimanê
Îngilîzî" (English Access Microscholarship Program) tê nasîn.
Ev bernameya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve
piştgiriya darayî lê tê kirin, xwendekarên temen 13 heta 18 salî bi bingeheke
xurt a zimanê Îngilîzî bihêz dike. Di heman demê de geşê dide karîna serkirdayetîkirinê,
pêşketina kesayetî û xizmeta civakê, û bi vê yekê dibe palpiştek ji bo nifşê
paşerojê yê serkirdeyên ciwan li seranserê Herêma Kurdistanê.
Konsolxaneya Giştî ya Amerîkayê diyar jî kiriye û gotiye: Ev
xwendekarên derçû dê bibin berdewamkerên giyanê 250 salî yên dîroka Amerîkayê û
hevkarî û xebata hevbeş a cîhanî, em pîrozbahiyê li vê destkefta mezin li we
dikin û bi kelecanî ve li qonaxên vê rêwîtiya jiyanê dinêrin ku ka dê we bibe
ku derê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

