Seidî Pîre:Daxwaz ji Serok Bafil hatiye kirin tevlî civîna lûtkeyê bibe
Kurdistan 03:38 PM - 2026-07-25
PUKMEDIA
Seidî Ehmed Pîre - Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma
Kurdî berdewam in, û endamekî mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê dibêje: Hikûmeteke berfireh dê bi bêyî Yekîtiyê û Partiyê neyê pêkanîn,
her weha di civîna mekteba siyasî ya YNKê de, ji Serok Bafil hat xwestin ku
beşdarî lûtkeya aliyan bibe.
Seidî Ehmed Pîre, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku, Mekteba
Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di civîna xwe ya dawî de, daxwaz ji
Serok Bafil kir ku beşdarî lûtkeyê bibe, ku ew tenê bi beşdariya kesayetiyên
sereke yên aliyên siyasî tê lidarxistin.
Ragihand jî pirsgirêka derengketina civîna
parlamenê û pêkanîna hikûmeta herêmî, li hember neteweya me ya welatparêz
kiryareke ne dirust e ji ber vê yekê, Yekîtiya, wek partiya sereke di pêkanîna
hikûmetê de, divê guh nede hincetên aliyên din, lê divê parlamen di zûtirîn dem
de were xebitandin û divê Herêma Kurdistanê xwedî hikûmeta xwe be.
Seidî Ehmed Pîre diyar kir ku li seranserê herêmeke
yekbûyî, hikûmeteke berfireh bêyî YNKê û PDKê nayê avakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

