Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26
Navenda Lêkomlînên Giştî
Merasîma destpêkirina kursa pêşxistina kariyera medyayê
Îro Yekşem rêkefta (26/07/2026).an li Akademiya Perwerde û
Geşepêdanê ya Navenda Lêkolînên Giştî, merasîma destpêkirina xula pêşxistina
karê medyayê hate lidarxistin.
Bi amadebûna Dr. Yûsif Goran, Berpirsê Navenda Lêkolînên
Giştî, Tehsîn Namiq, Berpirsê Akademiya Perwerde û Pêşxistina Kadroyan, Ziyad
Cebar, Berpirsê Burda Rêxistinê, Necmadîn Feqe Ebdula, Serokê Burda Hişyariyê,Berpirsê
Burda Ragihandinê Letîf Nerweyî û Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
(YNK) Karwan Gezneyî merasîma vekirina dewreyê vekirin.
Berpirsê Akademiya Perwerde û Pêşxistina Kadroyan,
Tehsîn Namiq, di gotarekê de behsa qonax û pêvajoya vekirina xulê kir û got:Armanca vê
xulê bilindkirina ast û şiyana kadroyên me di warê pêşxistina medyayê de ye, bi
taybetî yên ku xwedî şiyana baş in ji bo analîzkirin û axaftina li ser siyaset
û stratej yê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê.
Her wiha spasiya mamosteyên ku di pêvajoya
amadekirina xulê de roleke girîng lîstin kir.
Di heman demê de, Dr. Yûsif Goran, Berpirsê Navenda
Lêkolînên Giştî, got:Girîng e
ku kadroyên ku beşdarî vê xulê dibin di veguhestina peyamên YNKê de roleke
girîng bilîzin û di pêşerojê de beşdarî avakirina raya giştî di nav gelê Kurdistanê
de bibin.
Her weha got:Ji bo me ya herî girîng ew e ku em
siyaset û stratejiya partiya xwe wekî xwe ragihînin.
Paşê Karwan Gezneyî, berdevkê Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê (YNK), li ser girîngiya dewreyê axivî û got:Pêşxistina kadroyên me
bi riya van xulan dê ji bo veguhestina nexşerê û siyaseta YNKê di nav organên
partîyê de û dûre jî di parleman û hikûmetê de pir girîng be.
Ev yek di demekê de ye ku,ev xul dê
du mehan li Akademiya Perwerde û Pêşxistina Kadroyan ya Navenda Lêkolînên Giştî
berdewam bike û 24 kadro ji hemû bajar û bajarokên Kurdistanê beşdar bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

