Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26
Ragihandina Serokê YNKê
Serok Bafil û Nuxşe Nasih,Parêzgara Helebce
Bafil Celal Talebanî,Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), li Debaşanê bi Parêzgara Helebce, Nuxşe Nasih re civiya.
Serok Bafil spasiya xwe ji bo rol û xizmetên Nuxşe
Nasih wekî yekem parêzgara jin li Herêma Kurdistan û Îraqê anî ziman ku wê
nimûneya serkeftî pêşêkêş kiriye di rêvebirin û xizmetkirina Helebce û malbatên
serbilind yên şehîdan.
Di civînê de,parêzgarê Helebce di raportekê de
bername,erk û pêdiviyên parêzgehê pêşkêş kir û daxwaz li her kesî kir ku ji bo zêdetir
xizmetkirina xelkê Helebce hevkariyê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Bafil Celal Talebanî piştgiriya YNKê
ji bo serkeftina karê wan anî ziman û got:Helebce û xelkê wê yê serbilind
hêjayî xizmetên zêdetir in, ji ber vê yekê di vê qonaxê de pêwîst e ku li ser
pêkanîna projeyên hêjatir û zêdetir ji bo bajêr bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

