Fraksyona YNKê:Divê Îraq ji nakokiyan dûr bê girtin
Kurdistan 09:18 PM - 2026-07-29
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Fraksyona Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê di Civata Nûneran ya Îraqê de êrîşên li ser axa Îraqê
şermezar kir û bang kir ku welat ji aloziyên herêmî dûr bê girtin.
Bloka
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya di Encûmena Nûneran a Iraqê de, êrîşên li
ser axa Iraqê şermezar kir û bang kir ku welat ji aloziyên herêmî dûr bê girtin.
Daxuyaniyek
ji Fraksyona parlamenê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ku ji aliyê
PUKMEDIA ve hatiye wergirtin, wiha dibêje:Fraksyona parlamenê ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê êrîşa eşkere ya li ser Hêzên Heşdî Şeibî ya ku bûye
sedema hejmarek şehîd û birîndaran, şermezar dike.
Di daxuyaniyê
de hatiye: Em her wiha êrîşên berdewam yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar
dikin û wan wek binpêkirineke eşkere ya serweriya neteweyî, yasayên navneteweyî
û prensîbên cîranatiya baş dibînin.
Fraksyona
Yekîtiya Niştimanî tekez kir ku,her çiqas em van êrîşan li ser axa Îraqê
şermezar dikin jî, em balê dikişînin ser pêwîstiya dûrxistina Îraqê ji aloziyên
ku niha herêmê dorpêç kirine û misogerkirina ku axa wê ji bo gefxwarina li
welatên cîran neyê bikaranîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

