Serok Bafil pîrozbahî li xwîşk û birayên Êzidî dike

Kurdistan 12:33 PM - 2026-08-02
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di peyamekê de bi boneya cejna Çileya Havînê pirozbahiyê li xwîşk û birayên Êzidî dike.

Naveroka peyamê...
Bi boneya cejna Çilê Havînê, ji dil pirozbahiyeke germ li xwîşk û birayên Êzidî dikin û hêvîdar in di nava rewşeke aram de vê cejnê bi xweşî derbas bikin.
Em her dem piştgirê parastina maf û daxwazên xwîşk û birayên xwe yên Êzidî ne. Em wekî erka xwe ya nîştimanî dizanin ku berdewam bin li ser serxistina daxwazên wan, bi armanca parastina bihayên bilind ên pêkvejiyana olî û neteweyî di welatê me de.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike