Rifet Ebdula û Dr. Mihemed Sabîr:Divê dîroka Serok Mam Celal bê belgekirin

Kurdistan 03:46 PM - 2026-08-09
Serdana Serokê Saziya Celal Talebanî bo Mekteba Siyasî ya YNKê Ragihandina Cîgirê Serokê YNKê

Serdana Serokê Saziya Celal Talebanî bo Mekteba Siyasî ya YNKê

YNK

Roja 9ê Tebaxa 2026.an de, Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rifat Ebdula pêşwazî li Balyoz Dr. Mihemed Sabîr, Serokê Saziya Serok Celal Talebanî û şandeke pê re kir.

Di civînê de her yek ji Yûsif Zozanî û Stran Ebdula, Berpirsê Sekreteryaya Mekteba Siyasî, amade bûn, herdu aliyan tekez kirin ku belgekirin û berhevkirina dîrok û nêrîna dewlemend ya cîhandîtina Serok Mam Celal û parastin û arşîvkirina wê pêwîstiyek girîng e ji bo weberhênanê li nêrîna wî ya dunyadîtin û sermayeya wî ya dîrokî ya hêja.

Di heman demê de, Serokê Saziya Serok Celal Talebanî ev serdan ji bo danûstandina ezmûn û ramanan di warên çand, civakî, hişmendiya civakî û jîngehê de girîng nirxand.

Di beşek din ya civînê de, Cîgirê Serokê YNKê amadebûn û hevkariya xwe ya bi YNKê re ji bo pêşxistina saziyê nîşan da û saziyê wekî pêwîstiyek û girîngiya vê qonaxê bi nav kir û spasiya xwe ji bo karên berê ya saziyê anî ziman.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket