Serok Bafil ji Wezîrê Derve yê Îranê Dr.Ebas Êraqçî telefon wergirt
Kurdistan 08:13 PM - 2026-08-11
Nivîsgeha Rojnamevanî ya Serok Bafil
Serok Bafil û Dr. Ebas Eraqçî
Serok Bafil Celal Talebanî ji Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Dr. Ebas Êraqçî telefon wergirt
Di peywendiyê de, her du aliyan li ser pêşketinên herî dawî
yên ewlehî, siyasî û aborî yên li herêmê nêrînên xwe parve kirin û rêbazên
bidawîanîna aloziyên heyî gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya parastina
aştî û aramiyê û xurtkirina hemahengiyê di rû bi rûbûna pirsgirêkên hevpar de kirin.
Serok Bafil tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û peywendiyên
dîplomatîk wekî riya herî bibandor ji bo kêmkirina aloziyan û vegerandina aştî
û aramî, û parastina berjewendiyên hemû gelên li herêmê kir û destxweşî li
Wezîrê Derve yê Îranê birêz Ebas Eraqçî kir ji bo hewldanên wî yên berdewam yên
dîplomatîk û avaker di lêgerîna çareseriyên aştiyane ji bo aloziyan û aramiyeke
berfirehtir de.
Her wiha herdu aliyan li ser peywendiyên dîrokî û stratejîk yên
di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Komara Îslamî ya Îranê de gotûbêj
û pabendbûna xwe ji bo bi hêzkirina peywendiyên dualî û hemahengiya li ser
bingeha berjewendiyên hevpar, cîrantiya baş û aramiya herêmî ji nû ve kirin.
Di berdewamiya gotûbêjan de, Wezîrê Derve yê Îranê Serok Bafil
vexwend Tehranê ji bo gotûbêjên zêdetir li ser encamên ewlehî û aborî yên
pevçûnan li ser asta herêmî û navneteweyî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

