Serok Bafil: Bila hewl ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî bin

Kurdistan 01:47 PM - 2026-08-19
Serok Bafil Talebanî û Emar Hekîm Ragihandina serok Bafil

Serok Bafil Talebanî û Emar Hekîm

YNK

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Bexdayê bi serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî, Seyd Emar Hekîm re civiya.

Di civînê de ku serpereştyarê Mekteba Siyasî ya YNKê li Bexdayê Dr. Xalid Şiwanî jî amade bû, her du aliyan li ser pêşketinên dawî yên siyasî, ewlehî û aborî yên li ser asta welat û herêmê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker ya di navbera hemû aliyan de ji bo parastina ewlehiyê û xurtkirina saziyên welat kirin.

Serok Bafil tekez kir ku pêwîste zêdetir xizmetî welatiyan bê kirin û pirsgirêk werin çareserkirin, bi awayekî ku hemû hewl ji bo parastina aramiya siyasî û nêzîkkirina nêrînên aliyên siyasî bên terxankirin.

PUKMEDIA 
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket