Akademiya Perwerde û Geşepêdana Kadiran li Hewlêrê hat vekirin
Kurdistan 04:35 PM - 2026-08-19
Taybet
Xula pêşxistina karê hizbî
Akademiya Perwerde û Geşepêdana Kadiran ya ser bi Navenda Xwendinên
Giştî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di heman demê de li (Hewlêr, Silêmanî û Germiyanê) xula
pêşxistina karê hizbî ji bo berpirs û komîteyên nû yên melbendên Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dest
pê kir.
Îro Çarşemê, rêkefta 19ê Tebaxa 2026.an, di merasîma vekirina xulê de li
Hewlêrê, endamê Mekteba Siyasî ya YNKê û Berpirsê Navenda Xwendinên Giştî Dr.
Yûsif Goran di gotarekê de ragihand ku, xweşbextane piştî 30 salan, Akademiya Perwerde û
Pêşxistina Kadiran li Hewlêrê ya ser bi Melbenda Xwendinên Giştî ya YNKê de
hate vekirin; Di heman
demê de, îro li Hewlêr, Silêmanî û Germiyanê Xula pêşxistina karê partîzanî ji
bo hemû berpirsên komîteyên nû yên melbendên sereke yên Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê (YNK) dest pê kir û ev xulên perwerdeyê wê sê mehan berdewam bikin û
destpêkirina xulên pêşxistina kerê hizbî yek ji gavên girîng e ji bo
nûjenkirina hişê kadirên li organ û herêmên cuda yên Kurdistanê û danasîna wan
bi nûtirîn dîsîplîn û xebata partî û rêxistinî.
Derbarê
vekirina Akademiya Perwerde û Pêşxistina Kadiran li Hewlêrê de, Dr. Yusuf Goran
got ku bi piştgiriya tevahî ya YNK û piştgiriya Qubad Talabenî, me karî beşek
ji akademiya li Hewlêrê bikin û em hemû dizanin ku kadirên jêhatî li Hewlêrê
hene û ew amade ne ku xizmetê pêşkêş bikin,bi taybetî piştî guhertinên di
organan de, divê em perwerdehiya partî û kadiran biguherînin lewra divê em
perwerdehiya hizbî û kadirn jî biguherînin û jiyana me ya hizbî her tim bi
danûstandina agahiyan, ramanên cuda û xizmetê zindî be.
Ev di demekê
de ye ku xula pêşxistina karê hizbî di çarçoveya siyaset û stratejiya Akademiya
Perwerdehiyê û pêşxistina kadirên Navenda Xwendinên Giştî de xwedî bernameyeke
berfireh e û di qonaxa yekem de dê sê mehan bidome û hemû berpirsên komîteyan
dê di heman demê de beşdarî xulê bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

