Tekez li ser dostaniya Yekîtiyê û Partiya Sîstema Demokratîk hate kirin

YNK 10:11 PM - 2026-08-27
Salar Mehmûd PUKMEDIA

Salar Mehmûd

Salar Mehmûd, Berpirsê Navenda Derve li Parlamentoya Swêdê, bi siyasetmedarê diyar ê Swêdê Morgan Yuhans, berpirsê têkiliyan ê Partiya Sosyalîst Demokrat a Swêdê û cîgirê berpirsê Komîteya Têkiliyan li Parlamentoya Swêdê re civiya.

Di dîdarekê de behsa rewşa hilbijartinên giştî yên li welatê Swêdê hat kirin ku biryare di roja 13ê Îlonê de bên encamdankirin. Li gorî şêwirmendiyan tê çaverêkirin ku Partiya Sosyalîst Demokrat serkeftinê bi dest bixe.
Berpirsê Navenda Derve tekezî li ser pêşxistina dostaniya di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst Demokrat de kir, wekî du aliyên xwîşk.

Morgan spasiya serdana Berpirsê Navenda Derve kir û piştgiriya xwe û ya partiya xwe ji bo parastina mafên penaberan bi giştî û rewenda kurdî dubare kir.
Morgan di sê kabîneyên hikûmeta Swêdê de Wezîrê Navxwe, Wezîrê Dadê, Wezîrê Koçberan û Tenduristiyê bûye û demekê jî Cîgirê Serokwezîr bûye, her wiha 28 sal in ku endamê parlamentoyê ye.

Di heman rojê de li Parlamentoya Swêdê, Salar Mehmûd bi Leif Nysmed re civiya ku endamê parlamentoyê yê Partiya Sosyalîst Demokrat e û berpirsê Koma Dostaniya Kurdistan û Swêdê ye.

Di rûniştinê de Berpirsê Navenda Derve spasiya koma parlamenteran kir ji bo piştgiriya wan a ji bo doza Kurdistanê û bi taybetî naskirina jenosîda Enfalê li Parlamentoya Swêdê. Tekezî li ser berdewambûna li ser heman dosyayê hat kirin, bi taybetî gotûbêjkirina li ser rêgirtina li ber egera dubarebûna tawanên navneteweyî derbarê xelkê Kurdistanê de.
Her wiha behsa geşebûn û bandora rewenda kurdî kir ku karîne rol û pêgeha xwe bi başî li nav welatê Swêdê diyar bikin û li parlamentoyê û encumenên şaredariyan de namzetên xwe biser bixin ji bo nûnertiyê.

Koma Parlamenterî ya Dostaniya Kurd endamên xwe ji heşt partiyên Parlamentoya Swêdê pêk tîne û hemû kar û çalakiyên xwe bi hevrêziya bi Nûnertiya Hikûmeta Herêmê re li welatê Swêdê saz dikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike