Buroya Siyasî: Pêwîstiya me bi hikûmeteke hevseng heye ji bo rastkirina rêça serokatî û birêvebirinê
Kurdistan 07:36 PM - 2026-08-30
PUKMEDIA
Logoya YNK
Îro sê deh sal di ser karesata 31ê Tebaxê re derbas dibin,
dema ku artêşa rêjîma Beis a nemirov bajarê Hewlêrê yê paytexta Kurdistanê
dagir kir, bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê, piştî şeş salan ji
serhildan û azadiyê.
Mixabin, ev xiyaneta mezin bû sedema kûrbûna nakokiyên kurdî
û şehîdkirina hejmareke mezin ji rewşenbîr û zarokên gelê me ji endamên hêzên
pêşmerge, serkirde û kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hêzên
opozisyona Îraqê, û windabûna hejmareke mezin ji têkoşerên Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê ku çarenûsa wan heta niha jî nayê zanîn.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, wekî ku hertim kiriye û ji
bo berpirsiyariyên nîştimanî û neteweyî û di çarçoveya siyaseta aqilmend a
Serok Mam Celal de, ê ku temî li me kir ku em ji bo gelê xwe û paşeroja
Kurdistanê rûpelekî nû vekin û birînên boriyê radestî dîrokê û dadmendiya wê ya
bê alî bikin, ev yek bû sedema serdemek ji geşepêdan, aramî û yekrêziyê.
Di salvegera vê karesata neteweyî de, tevî xemgîniya xwe û
poşmaniya xwe ya kûr a nîştimanî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê tekezî li
ser pêwîstiya çareserkirina dawî ya nakokiyên navxweyî dike; wan nakokiyên ku
bûn sedema bijardeyên xirab û stargehê li dijminan girtin.
Îro, ji bo rastkirina rêça hikumraniyê, Herêma Kurdistanê
pêwîstî bi avakirina hikûmeteke hevseng û berpirsiyar heye, ku bi yekrêzî,
hevkarî û xizmetguzariyên adil qerebûya boriyê bike, da ku herêma me bibe xwedî
hêz û aramî û bikaribe li hemberî astengiyên ku li pêşiya paşeroja Îraqê û
navçeyê ne bisekine.
Silav li şehîdên parastina paytexta Kurdistanê û hemû
şehîdên rêya azadiyê.
Makteba Siyasî ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

