Diyariya Serok Mam Celal ji bo xelkê Kerkûkê sembola pêkvejiyanê ye

Kurdistan 09:50 AM - 2026-09-03
Kenala Kerkûk PUKMEDIA

Kenala Kerkûk

Dezgeha Medyayî ya Kerkûkê salvegera xwe ya 15an a damezrandinê pîroz dike û serpereştiyar û rêveberê kenalê diyar dikin ku di qonaxa pêş de li ser heman siyaseta medyayî xizmeta hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê dikin û wekî kenala pêkvejiyanê dimîne.

Dazgeha Medyayî ya Kerkûkê 15 sal berê wekî diyarî ji aliyê Serok Mam Celal ve pêşkêşî bajarê Kerkûkê hat kirin û tenê kenale ku bi zimanên kurdî, erebî, tirkmenî û siryanî bername û nûçeyên xwe pêşkêş dike.

diyariya Serok Mam Celal ji bo kerkûkiyan
Bi boneya damezrandina kenalê, di wê demê de rihmetî Serok Mam Celal gotarek pêşkêş kir û ragihand: Kenala Kerkûkê diyariyeke din a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye ji bo bajarê delal ê Kerkûkê û hemû kerkûkiyan. Vekirina kenala asmanî ya Kerkûkê gaveke din e ji bo pêşvebirina bajêr di warê ragihandin û çandê de. Di heman demê de ji bo wê yekê ye ku bibe sedemeke bi bandor ji bo kûrkirina giyanê pêkvejiyanê li bajêr, ji ber ku Yekîtî her dem bawer bû ku paşeroja Kerkûkê bi pêkvejiyana pêkhateyan ve li bajêr girêdayî ye.

Kenala Kerkûkê xizmeta hemû pêkhateyan dike

Îmad Nasih, serpereştyarê Dezgeha Medyayî ya Kerkûkê ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Kenala Kerkûkê di qonaxa bê de li ser heman siyaseta medyayî xizmeta tevahiya pêkhateyên bajêr dike û wekî kenala pêkvejiyanê dimîne, her çend di destpêkê de û di sala 2004an de wekî kenalekî xwecihî li ser biryara Serok Mam Celal, bi zimanên kurdî, erebî, tirkmenî û siryanî dest bi weşanê kir, lê di demekî kurt de karî bibe cihê daxwaza kerkûkiyan.

Ragihand: Kenal ku ji sala 2011an ve bûye satelayt, li ser heman rêbaza Serok Mam Celal berdewam e, ji bo zêdetir gihandina peyama Yekîtiyê ku ew jî pêkvejiyan û siyaseta (çepke gul) e.

Kenala Asmanî ya Kerkûkê: sekoya Aşitiyê û Pêkvejiyanê
Soran Dawûdî, Rêveberê Kenala Asmanî ya Kerkûkê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Kenal deng û rengê hemû neteweyên bajarê Kerkûkê diyar dike û di heyama temenê xwe yê tijî rûmet ê medyayî de karîbû xizmeteke mezin bide temaşevanên xwe di warên cuda de û her tim pêşeng bûye di cîbicîkirina siyaseta 'desta gulan' de û gihandina peyama aşitiyê û pêkvejiyanê.

Wî her wiha got: Damezrandina Kenala Esmanî ya Kerkûkê daxwazeke bingehîn a civaka cur bi cure ya Kerkûkê ye ku neteweyên kurd, ereb, tirkmen, kildan û aşûrî di nava xwe de dihewîne û berdewam e li ser erka gihandina peyama rastîn a pîşeya medyayê.

Kenala Kerkûkê di nava van 15 salên temenê xwe de, karîbû bi pîşe û dilsozî bixebite û pêbend bibe bi etîka rojnamegeriyê û dengê rastîn ê kerkûkiyan bigihîne û bibe platformeke ji bo gişt pêkhateyan.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike