Navê zanîngeha Silêmaniyê kete nav pirûka Gênês ê

Kurdistan 11:59 AM - 2026-09-03
Zanîngeha Silêmanî PUKMEDIA

Zanîngeha Silêmanî

Zanîngeha Silêmaniyê

Îro Pêncşemê, li parêzgeha Silêmaniyayê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin ji bo ragihandina ketina Zanîngeha Silêmaniyê nava Pirtûka Gênês ya Cîhanî ku bi mezintirîn hevoka ku bi daran hatiye daraştin.

Zanîngeha Silêmaniyê bi rêya hunerê çêkirina daran û nivîsandina navê zanîngehê bi 6 hezar daran kete nava Pirtûka Gênês ya Rekorên Cîhanî, ji ber ku ev nivîs wekî "mezintirîn hevoka ku bi darên xemilandinê hatiye sêwirandin" hate pejirandin.

Di dema merasîmê de, Parêzgarê Silêmaniyayê Heval Ebûbekir got: Ev destkeftiya Zanîngeha Silêmaniyê diyarî ye ji bo hemû welatiyên parêzgeha Silêmaniyayê û bi hewldanên gelek xebatkarên zanîngehê û evîndarên jîngehê pêk hat.Em li ser pêşxistina jîngeha Silêmaniyê dixebitin û rêjeya park û deverên kesk li parêzgeha Silêmaniyayê zêde bikin, bi vî rengî parêzgehê li ser nexşeya cîhanî bûye xwediyê girîngiyekê.

Ji aliyê xwe ve, Prof. Dr. Kosar Mihemed Elî, Serokê Zanîngeha Silêmaniyayê got: Zanîngeha Dayik di naskirin û rêzên cîhanî de pêşveçûneke berdewam bi dest xistiye, û serokatiya zanîngehê di warên rêvebirin û kalîteyê de gavên mezin avêtine.

Wî da zanîn: Zanîngeha Silêmaniyayê bawernameya sîstema rêvebirina kalîteyê wergirt, bi wê yekê re bû yekem zanîngeh li Herêma Kurdistanê ku vê bawernameyê distîne.

Wî her wiha got: Ev proje beşek e ji daxwazên me ji bo navneteweyîkirina zanîngeha dayik, û bi rêya çandina 6 hezar daran, em ê têkiliyeke bêhempa di navbera mirov û xwezayê, zanistê, zanîngehê û civakê de ava bikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket