Mekteba Siyasî ya YNK bi peyamekê Zanîngeha Silêmaniyê pîroz dike

Kurdistan 04:26 PM - 2026-09-03
Logoya YNK û Zanîngeha Silêmaniyê PUKMEDIA

Logoya YNK û Zanîngeha Silêmaniyê

Zanîngeha Silêmaniyê

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di peyamekê de bi boneya bidestxistina naznavê Tomara Cîhanî ya Gînîsê (Guinness World Records) ji bo projeya "Mezintirîn hevoka bi daran hatine çandin li nava kampa Zanîngeha Silêmaniyê, pîrozbahiyê arasteyî serokatiya zanîngeha navborî, mamoste û xwendekarên zanîngehê dike.

Naveroka peyamê:

Rêzdaran

Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê
Mamoste û xwendekarên zanîngehê

Bi boneya bidestxistina naznavê Tomara Cîhanî ya Gînîsê ji bo projeya mezintirîn hevoka bi darên hatine çandin li nava kampa zanîngehê de, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we dikin û di hemû warên zanistî de serkeftinên zêdetir ji we re dixwazin.

Bidestxistina vê navûdengê pêngavek girîng e û cihê serbilindiyê ye ji bo Zanîngeha Silêmaniyê di warê girîngîpêdana bi jîngehê û rêjeya keskatiyê de li nava zanîngehê, Silêmaniyê û hemû Kurdistanê de.
Careke din pîroz be

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket