Daxuyaniya Civîna lûtkeyê ya YNK û Nifşê Nû

Kurdistan 05:37 PM - 2026-09-09
 Civîna YNK û Nifşê Nû Taybet

Civîna YNK û Nifşê Nû

YNK

Îro, Çarşem rêkefta (09-09-2026).an Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li Silêmaniyê civîneke lûtkeyî ya Civata Bilind ya Bizava Nifşê Nû û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  bi rêve çû.

Di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di wê derbarê de, her du aliyan amadebûna xwe ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha mefê hilbijartinê nîşan dan,ku hikûmetek hevseng û pesenkirî be,ji bo gelê Herêma Kurdistanê, Îraqê û civaka navneteweyî, her weha hikûmetek be ku çareseriyek bingehîn ji bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de hebe.

Em aliyekî agahdar dikin ku,pêkanîna hikûmetê bi jiyan û pêşeroja Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, her aliyek ku pêşî li avakirina hikûmetê bigire, dê li hember gelê Herêma Kurdistanê û çi dibe bila bibe berpirsiyar beji ber vê yekê, her aliyek ku rê li ber pêkanîna hikûmetê bigire, ew berpirs dibe li hember xelkê Herêma Kurdistanê û her tiştek ku di pêşerojê de rû bide.

Di civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku emê hemû çareseriyên gengaz bikar bînin daku ev rewşa nexwestî bi dawî bibe û ji bo gelê Kurdistanê geşbûn çêbibe.

Wekî her car, deriyê diyalogê di vê hevpeymaniyê de ji bo her kesî vekirî ye,ew jî li gorî rastiya nû ya ku li Herêma Kurdistanê derketiye holê.

Daxuyaniya Lutkeya Civata Bizava Nifşê Nû û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

09/09/2026

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike