Serok Bafil:Divê hemû alî aştiya xwe biparêzin

Kurdistan 04:25 PM - 2026-09-12
Serokê Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî Nivîsgeha Ragihandina Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Serokê Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî

YNK Serok Bafil

Serokê Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li ser êrîşa dawî ya li ser Şanenişîna Erebistana Siûdiyê peyamek belav kir û ragihand ku; em her kiryareke tundûtûjiyê ku jiyana welatiyan dixe metirsiyê û serweriya neteweyî binpê dike, bi tundî şermezar dikin, ji ber ku berdewamiya aloziyan metirsiya têkçûna herêmê çêdike, ji ber vê yekê em bi lezgînî bang li hemû aliyan dikin ku aştiya xwe biparêzin.

Naveroka Peyamê:

Êrîşa dawî ya li ser Şanenişîna Erebistana Siûdiyê pêşkeftinek metirsîdare ku gefê li ewlehî û aramiya Îraqê û herêmê bi tevahî dike,em van êrîşan û her cûrê kiryareke tundûtûjiyê ku jiyana welatiyan dixe metirsiyê, serweriya neteweyî binpê dike û di peywendiyên navxweyî û herêmî de bê aramiyê çêdike, bi tundî şermezar dikin.

Di vê qonaxa girîng de, aramî û xwekontrolkirin riya rast e,her çend tawanbarkirin û înkar hestyariya rewşê nîşan didin jî,lê, berdewamiya aloziyan metirsiya derketina pevçûnên kûrtir û ne pêşbînîkirî li herêmê çêdike.

Em bi lezgînî bang li hemû aliyan dikin ku aramiya xwe biparêzin û xwe ji her tedbîrên tolhildanê an axaftinên tund dûr bigirin ku dikarin rewşê xirabtir bikin, em bi lezgînî bang li hemû aliyan dikin ku aramiya xwe biparêzin û xwe ji her rîkarên tolhildanê yan jî axaftinên tund dûr bigirin ku dikarin rewşê aloztir bikin.

Niha dema pêkanîna dîplomasiyê ye,divê lêkolîn li ser van êrîşan bê kirin û divê pêşî li kêmkirina aloziyê bê girtin daku derfetên pêwîst ji bo diyalogeke avaker û berdewam di navbera rayedarên federal û aliyên herêmî de peyda bibin;ewlehiya rastîn bi riya zorê nayê bidestxistin, lê bi danûstandinên şefaf û pabendbûneke hevbeş bi serweriya neteweyî û herêmî.

YNKê bi tevahî amadebûna xwe nîşan dide ku ji bo her hewldan Yan danûstandinên aştiyane yên ku armanca wan vegerandina aramiyê ne, hêsankarî, piştgirî û alîkariya wan bike, ji bo parastina berjewendiyên welatiyan û misogerkirina aştiyeke mayînde li seranserê Îraqê û herêma berfireh misoger bike.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike