Serok Bafil:Pêdiviya pirsgirêkan bi çareseriya aştiyane û diyaloga domdar heye
Kurdistan 12:27 PM - 2026-09-15
Nivîsingeha Ragihandina Serokê YNKê
Bafil Celal Talebanî, Serokê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê
Bafil
Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li Tehranê digel Wezîrê
Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî civiya.
Di civînê de ku
şandeke payebilind ya YNKê jî amade bû, pêşketinên dawî yên siyasî û leşkerî
yên li herêmê hatin gotûbêj kirin.
Bafil Celal Talebanî
tekez kir ku pêwîstiya pirsgirêkan bi çareseriyeke aştiyane û diyalogeke
berdewam heye.
Bafil Celal Talebanî,
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), tekez li ser hewldanên berdewam yên
YNKê kir ji bo xurtkirina aştiyê û kêmkirina aloziyan û ragihand ku,Herêma
Kurdistanê rêzê li ewlehî û serweriya welatên hevsê digire û dîrokeke hevpar û
kevnar bi gelê Îranê re heye.
Ji aliyê xwe ve,
Wezîrê Derve yê Komara Îsalamî ya Îranê pêzanînên xwe ji bo rola Bafil Celal
Talebanî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hewildanên wan de ji bo
parastina aramiyê li Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê nîşan da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

