Rêbaz Bîrkotî beşdarî merasîma termê Sekreterê berê yê Partiya Komunîst ya Kurdistanê bû

Kurdistan 07:02 PM - 2026-09-18
 Wêneyek ji merasîma bi ax spartinê Taybet

Wêneyek ji merasîma bi ax spartinê

YNK

Bi nûnerayetiya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî Rêbaz Bîrkotî, berpirsê melbenda sêyemîn yê Hewlêrê, beşdarî merasîma termê Dr. Kemal Şakir, sekreterê berê yê Partiya Komunîst ya Kurdistanê bû û ragihand ku YNK rêzê li dîroka vî têkoşerê kevin dêrîn."

Rêbaz Bîrkotî Endamê serkirdayetiyê û berpirsê melbenda sêyemîn ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê ragihand ku; îro 18/09/2026.an me beşdarî merasîma termê Dr. Kemal Şakir, Sekreterê berê yê Partiya Komunîst ya Kurdistanê kir.

Wî her wiha got: Bi navê Serok Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), me gotarek pêşkêş kir û sersaxî ji hevalên xwe re xwest û me got:YNKê rêz li rol û dîroka Dr. Kemal Şakir di têkoşîn û tevgera rizgariya Kurd de digire;bila giyanê wî heta hetayê di aştiyê de bimîne û me ji her kesî re sebir û aştiyê xwest.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike