25 Sal li ser Tawana Xêlî Heme derbaz dibin
Kurdistan 09:29 AM - 2026-09-23
PUKMEDIA
Şehîdên YNK
Îro 25 sal bi ser roja 23ê Îlona 2001an derbas dibe, grûpek
terorîstên Cund El-Îslam û Ensar El-Îslam bêyî ku li nirxên mirovan binêrin,
êrîşî gundê Xêlî Heme yê navçeya Şarezûr ya Parêzgeha Silêmaniyê kirin ku di
encamê de 43 pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) şehîd kirin û
piştre jî laşên wan hatin parçe parçekirin.
Ew tawana hovane piştî derbazbûna 12 rojan li ser êrîşa terorîstî bo ser
Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka roja 11ê Îlona 2001an rû da ku di encamê de 43
hêzên Pêşmerge şehîd bûn.
Piştî kêmtirî du salan di çarçoveya şerê li dijî terorê de bi destpêkirina
operasyonên rizgarkirina Îraqê re, veşargehên terorîstan bi mûşekên ji Deryaya
Spî hatin bombebarankirin û wêrankirin û Hêzên Pêşmerge jî dest bi operasyonan
kirin daku wan deveran ji terorîstan paqij bikin û di encamê de dikarîn
terorîstan ji wê deverê derxînin û herêmê jî bi temamî paqij bikin.
Di dema niha de grûpa terorîst ya DAIŞê jî bi heman îdeolojiya ew grûpa
terorîstî gef û metirsî ye li ser asayîş û aramiya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

