Merasîma nasandina pirtûka YNKê Tewargeh 1975–2005 bi rêve çû
Kurdistan 05:00 PM - 2026-09-23
Burda Hişyariyê
Pirtûka YNKê Tewargeh 1975–2005
Îro,beriya nîvro
23ê Îlona 2026an li hola şehîd Aştî û bi amadebûna hejmarek ji hevrêyan ji
rêveberî û berpirsên burdan û endamên burdan û karmendên kadroyên cûrbecûr û
nûnerên melbenda Silêmaniyê,Burda Hişyariyê – Mekteba Ragihandin û Burda
Navenda Derve bi hemahengiya medyaya nû ya Mekteba Karûbarên Rêxistinî
konferansek li dar xistin daku pirtûka (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Tewargeh
1975 - 2005) ku ji hêla (Dr. Newzad Elî Ehmed) ve hatiye nivîsandin, bidin
nasîn û belav bikin.
Di merasîmê de, piştî pêşwaziyê û çend
kêliyên bêdengiyê ji bo giyanên şehîdan, Rêbwar Star di axaftinekê de behsa
karê rêxistinî û pêkvejiyanê di navbera organan de kir û dû re Bahiz Husên,
xwendingehek ji bo pirtûkê kir û piştre jî,Salar Mehmûd, Berpirsê Burda Navenda
Derve, behsa girîngî û bandora li tewargehê kir û bal kişand ser karê Navenda navenda
derve û rol û bandora wê kir.
Her di merasîmê de,Dr.
Newzad Elî Ehmed di vîdyoyekê de behsa naveroka pirtûka xwe û behsa dîroka YNKê li tewargehê kir.
Di dawiyê de jî,nameyek
spasdariyê ji aliyê serokê Rehber Seyêd Ibrahîm pêşkêşî Dr. Newzad Elî Ehmed
hat kirine û pirtûk pêşkêşî amadevanan jî hate kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

