Qubad Talebanî: YNK bi wan sozên ku daye xelkê Kurdistanê ve girêdayî ye
Kurdistan 07:12 PM - 2026-09-24
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî, Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal
bi amadebûna Karwan Gezneyî, berpirsê Navenda 6 a Soran ya Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) re ligel endamên Encûmena navendê civiya.
Di civîna ku îro (24.09.2026) de pêk hat, Qubad Talebanî
behsa giringiya devera Soran kir û da xuyakirin ku ev dever ji destpêka Şoreşa
Nû ve heya niha navendeke giring û cihê giringiya YNKê bûye û ji bo pêşerojê jî
YNK plan dike ku di vê sînorê de pêgeheke xwe bihêztir bike.
Di vê çarçoveyê de herwiha, Berpirsê Buroya Sekreteriya
Serok Mam Celal pêwîst dît ku endamên Encûmena navendê werin erkdarkirin da ku
asta peywendiyên xwe yên bi çînên cuda û navçeyên cuda yên devera Soranê re
xurtir bikin û bibin parêzvanên maf û daxwazên rewa yên xelkê vê deverê. Wî
tekez jî kir ku divê bi vî rengî tevbigerin ku hemû xelkê navçeyê, navenda
Yekîtî wekî mala xwe ya duyemîn bibînin.
Di beşeke din a civînê de Qubad Talebanî zelal kir ku YNK bi
temamî pêbendê hemû wan sozên ku daye xelkê Kurdistanê ye û ji ber vê yekê ye
ku heya niha jî bi hemû şiyana xwe ve israrê li ser avakirina hikûmeteke
xizmetkar û dadperwer li ser bingehê hevparbûna rastîn dike.
Derbarê rewşa niha ya YNK de jî, Berpirsê Buroya Sekreteriya
Serok Mam Celal behsa pêgeha giring a YNKê ya li ser asta Îraqê û navçeyê kir û
zelal kir ku piştî Serok Mam Celal qet YNK wekî niha xwedî pozîsyoneke xurt
nebûye û ji bo hemû pirsên giring ên Kurdistanê, Îraqê û navçeyê şêwir bi
Yekîtiyê re tê kirin, bi awayekî ku Serok Bafil Celal Talebanî bi berdewamî di
pêwendiyê de ye bi serokên navçeyê û navendên biryarê re.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

