Rifat Ebdullah: Pabendbûna bi rêbaza Serok Mam Celal re baştirîn dilsozî ye
Kurdistan 01:39 PM - 2026-10-02
PUKMEDIA
Rifet Ebdula
Rifat Ebdulah, Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK), di bîranîna koça dawî ya Serok Mam Celal de tekez dike ku em
pêdiviya wan bi bîra nîştimanî, zanyarî û ezmûna dewlemend û tijî hîkmeta Serok
Mam Celal heye û dibêje: Pabendbûn bi wan armanc û rêbaza ku jiyana xwe ya
siyasî ji bo kir qurbanî, baştirîn bîranîn û dilsozî ye.
Deqê peyama Rifat Ebdulah:
Bi xemgînî û hestekî tijî rûmet em bîranîna koça dawî ya
rêberê hemû serdeman û pêşengê kurdatiya pêşketîxwez (Serok Mam Celal) dikin, ê
ku di têkoşîna şoreşgerî, azadîxwazî û demokrasiya Kurdistan, Îraq û navçeyê de
rolekî mezin û pêşeng lîstiye û sembola îlhambexşînê ye ji bo hêvî, vîn û
berdewamiya gelê me.
Di salvegera koça dawî ya mamê hemûyan de, qasî dîroka wî û
ew dema ku dûr e ji me, em zêdetir hîs bi valahî û nebûna wî dikin. Kurdistan, Îraq
û navçeyê pêdiviya wan bi hîkmet û çepika gûlên sîyaseta wî ya nerm heye,
pêdiviya me bi bîra nîştimanî, zanyarî û ezmûna dewlemend û tijî hîkmeta wî
heye. Taybetmendiyên wî yên civakî û siyasî yên wekî lêborînî, dadperwerî,
camêrî û xizmeta gel, mîrateke dîrokî ye û em xwendekarên Mam Celal bi dilsozî
û amekdariyê ve nûnerên wî çandê siyasî ne ku (Mam) jiyana xwe ji bo terxan
kir.
Di koça dawî ya Serok Mam Celal de, pabendbûn bi ew armanc û
rêbaza ku jiyana xwe ya siyasî ji bo kir qurbanî, baştirîn dilsozî ye. Bila
bîranîn û bîra wî her zindî be û di bîra nifşên pêşerojê de jî bi nemirî
bimîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

