Buroya Siyasî: Ramanên mezin ên Serok Mam Celal stûnê xurt ê ezmûna me ne
Kurdistan 02:23 PM - 2026-10-02
PUKMEDIA
Logoya Mekteba Siyasî
Nêzîkî neh sal di ser koça dawî ya rêberê neteweyî û
nîştimanî, serok Mam Celal re derbas dibin û Polîtbûroya Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê di peyama xwe de radigihîne ku: Heta îro jî bîrdozî û ramanên mezin
ên serok Mam Celal stûnekî xurt ê ezmûna me û kevirê bingehîn ê vê pêvajoya
siyasî ya Îraqê ne, herwiha tekez dike ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di
bin serokatiya serok Bafil Celal Talebanî de, hem bi vê pêgeha serbilind a
serok Mam Celal serbilind e û hem jî dilsozê domandina çanda wî ye di rewşa nû
ya navçeyê de.
Deqê peyama Polîtbûroyê:
Peyama Polîtbûroyê ji bo bîranîna rêberê mezin serok Mam
Celal
Neh sal di ser koça dawî ya rêberê neteweyî û nîştimanî,
serok Mam Celal re derbas dibin û îro ji her demê zêdetir nirxên mezin ên ku wî
têkoşîna di oxira wan de kir, wekî rêya geş a gelê Kurdistan û Îraqê tê
dubarekirin, rêya serkeftina welatekî destûrî û federal ku hevparî û hevsengiya
hikumraniyê rêberiya têkoşîna wan a siyasî bike.
Serok Mam Celal bi çav vekirî û têgihiştineke kûr ve di hemû
qonaxên guhertinên siyasî yên navçe û cîhanê de, nêzîkî heft dehsalên temenê
xwe yê tijî bereket di têkoşîneke piralî ya hizbî, bîrdozî, rewşenbîrî û
pêşmergayetiyê de bi taybetî jî di serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
û Şoreşa Nû ya gelê me de, paşê di serxistina ezmûna Kurdistanê û piştî
pêvajoya azadkirina Îraqê jî di çandina kûr a bingehên welatekî destûrî de xist
xizmetê. Di lûtkeya vê têkoşîna dirêjmerjû de, Mam Celal wekî yekem pêşmerge û
yekem rêberê demokrat, serokatiya Komara Îraqa Federal girt ser xwe û bû
parêzvanê destûrî yê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan, bo misogeriya ewlehiyê
ya welatekî ku di encamê de bi ser zehmetiyên hikûma dîktatorî de serdikeve û
berê xwe dide sîstema parlamenterî û hikûmeteke serbixwe û federal.
Bi awayekî ku heta îro jî bîrdozî û ramanên mezin ên serok
Mam Celal stûnekî xurt ê ezmûna me û kevirê bingehîn ê vê pêvajoya siyasî ya Îraqê
ne.
Bêguman Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya serok
Bafil Celal Talebanî hem serbilindiyê bi vê pêgeha serbilind a serok Mam Celal
dike û hem jî dilsozê domandina çanda wî ye di şert û mercên nû yên navçeyê de.
Ji ber vê yekê, careke din pabendbûna xwe bi wê rêbaza avadan re dubare dike ku
têkoşîna gelê Kurdistanê xurt kir, Îraq ji dîktatoriyê rizgar kir û nexşerêya
çareseriya destûrî ya pirsgirêkan danî, tevî pirsgirêka navçeyên veqetandî yên
Kurdistanê, bi taybetî Kerkûkê, wekî bajarê biratî û bihevrejiyanê.
Di vê bîranîna giranbiha ya salvegera neh saliya koça dawî
ya serok Mam Celal de,
Silav ji bo giyanê bilindbaz ê rêberê mezin ê neteweyî û
nîştimanî yê me re
Giyanê hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistan û Îraqê şad û
asûde be
Polîtbûroya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

